BI DÎMEN

Konfederalîzma Demokratîk li Berlînê hate nîqaşkirin

Li Berlînê bi fikrên Abdullah Ocalan nîqaş li ser têkbirina pêla faşîst a rastgir hate kirin ku li Elmanya û Fransayê bilind bûye.

Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin fikrên Konfederalîzma Demokratîk hatin xwendin.

Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' di 15-22'ê Hezîranê de 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re' tê lidarxistin.

Ciwanên enternasyonal li warê xwe yê Rotes Antiquariat ê li Berlînê çalakiyek lidar xistin û beşên têkildarî Konfederalîzma Demokratîk ên parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin.

Beriya xwendinê işaret bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan hate kirin û hate ragihandin ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê kes li hemberî vê yekê bêdeng nemîne.

Piştî xwendinê nîqaş hate kirin û hate destnîşankirin ku fikrên Konfederalîzma Demokratîk çareseriyê pêşkêşî pirsgirêkên cîhanê yên serdema heyî dike.

Her wiha hin beşên ji rojnivîskên Şehîd Sakîne Cansiz (Sara) û Mîchael Panser (Şehîd Bager Nûjiyan) hatin xwendin.

Çalakî piştre bi pirs û bersivê û nîqaşê dewam kir. Nîqaş li ser wê yekê hate kirin ku pêla faşîst a rastgir a li nava sîstema Ewropayê bilind bûye bi taybetî li Elmanya û Fransayê geş bûye çawa dikare bi fikrên Abdullah Ocalan ji holê bê rakirin.