KON-MED: Zextên polîsên Elman nayê qebûlkirin

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) li bajarê Heîlbornnê serdegirtina malên rêveberiyên saziyên Kurd ên ji aliyê polîsên Elman ve şermezar kir.

Li gorî KON-MED’ê polîsên Elman saetên sibê bi ser mala Hevserokê Federasyona Civakên Kurdistan (FCK) Saît Oztûrk û Navenda Civaka Demkratîk a Kurd û 5 rêveberan de girtine.

Navê rêveberên ku polîsên Elman bi ser malên wan de girtine wiha ne; Gûlîstan Ozdemîr, Lokman Karaaslan, Rahîme Ateş û Dîkkat Revsî.

KON-MED’ê têkildarî serdegirtinê wiha got; “Dewleta Elman têkiliyên xwe yên qirêj ên bi dewleta Tirk re didomine û girêdayî vêya bi ser malên saziyên Kurd û rêveberên wê de digre. Tu hincetekî mafdar ya van zextan tuneye. Em tu caran zextên li ser rêveber û saziyên Kurdsitanî qebûl nakin û şermezar dikin.”

KON-MED’ê diyar kir ku serdegirtin ji aliyê dehan polîsan ve hatiye kirin û bi awayekî keyfî gelek alav hatine desteserkirin.

Herî dawî KON-MED’ê got; “Em gelê Kurd ji bo li Elmanyayê şanda xwe bidin jiyîn, dîroka xwe jibîr nekin, civaka xwe ronî bikin, rûmeta xwe biparêzin û ji bo asîmîle nebin bi awayekî azad me komeleyên xwe ava kirin. Em tiştekê bibîrbixin; Gelê Kurd tu caran ji zilmê re serî netewandiye û natewîne jî. Serî de gelê Kurd em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin navendên civaka Kurd.”