KON-MED: Mam Beşîr bi salan xebateke milîtanî meşand
KON-MED’ê ji ber wefata Hasan Dûtar (Mam Beşîr) daxuyaniyek weşand û banga tevlîbûna bîranînan kir.
KON-MED’ê ji ber wefata Hasan Dûtar (Mam Beşîr) daxuyaniyek weşand û banga tevlîbûna bîranînan kir.
Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya li Elmanyayê (KON-MED) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Zarokê fedakar ê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û ya civaka Êzidî Mam Beşîr (Hasan Dûtar) rehmet kir.”
KON-MED’ê diyar kir ku Dûtar li Şengalê di dema civînekê de jiyana xwe ji dest daye û got, “Mam Beşîr di sala 1956’an de li gundê Cennet ê Êlihê ji dayik bû û di sala 1978’an de ji ber zextên dewleta Tirk li Elmanyayê bû penaber.
Di sala 1983’an de li Elmanyayê tevî nav têkoşîna azadiyê bû û tevî rêhevalê xwe Mam Zekî vegeriya Şengalê û ji bo parastina civaka Êzidî bi ruh û can xebitî. Tevlî tevgera TEVDA jî bû ya ku di sala 2003’an de hatibû avakirin. Mam Beşîr ji bo avakirina Şengalê û azadiya wê bi fedakarî xebitî û ked da. Mam Beşîr çi li Ewropa û çi jî li Şengalê ji bo azadiya gelê xwe bi milîtanî xebitî û 37 salan ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê, yekîtî û hevgirtina Êzidiyan û 37 salan ked da.
Em sersaxiyê ji malbata wî re, ji civaka Êzidî re û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Em bang li rêveberên xwe yên saziyan dikin ku bila îro tevlî bîranînên ji bo Mam Beşîr (Hasan Dûter) ên li bajarên Dûîsbûrg, Saarbrucken, Bremen, Celle, Bîelefeld, Berlîn, Gîssen, Emmerîch, Mannheî û Aûrîchê bibin. Bîranîn wê piştî saet 12.00’an werin kirin.”