KON-MED’ê sersaxî ji malbata Salîh Kaba re xwest

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) sersaxî ji malbata Salîh Kaba xwest ê ku li bajarê Celle yê Elmanyayê rehmet kiribû.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ji ber wefata Salîh Kaba daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KON-MED’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Xebera xembar û dilsoj ya wefata Salih Kaba, gihişte me û em bi vê yekê gelek xemgîn in. Welatparêz û xebatkarê doza Kurdistan û ya civaka Êzdî Salih Kaba di 24'ê Cotmeha 2020'an de jiyana xwe ji dest da.

Ji ber sedema nexweşîya korona ji destpêka meha îlonê 2020 ketibû nexweşxaneya bajarê Celleyê û piştre ya bajarê Hannoverê. Mixabin di roja 24'ê Cotmeha 2020'an de jiyana xwe ji dest da.

Salih Kaba zewicî û bavê 7 zarokan bû. Kedkar û xebatkarê doza Azadiya Gelê Kurd û Kurdistanê  Salih Kaba, di 01.03.1954 li gundê Meleqacelê (gundê civaka Ezîdiyên bilikî) ji dayîk bû. Salih Kaba, Salihê Şêxê Hemdo, ji gundê Meleqacelê yê herêma Wêranşar ya Riha, cara yekem sala 1979'an û herî dawî sala 1985'an koçberî Elmanyayê bûye û salên dawî ya jiyana xwe û malbatê li bajarê Celle dijî.

Li Kurdistanê jî welatparêz bû. Ew û Delîl Dogan (birê Mezlûm Dogan) li ser bingeha welatparêzî hevdu naskirin û hevaltî bi hevdu re kirin. Sedema welatparêziya malbatê, birê wî Cemîl Kaba, gelek êşkence ji aliyên dewleta Tirkiyeyê dît û ser vê yekê jî jiyana xwe ji dest dabû.

Heval Salih Kaba ji destpêka hatina wî ya Elmanyayê heta roja dawî bê navber bi durustî xebata hel ya neteweyî meşand. Heta nefesa xwe ya dawî jî endamê meclîsa gel ya li Elmanya Bajarê Celleyê bû.

Ji bo yekîtî û hevgirtina Êzidiyan, ji bo azadiya gelê Kurd û ji bo rizgarkirina welatê xwe Kurdistan bi dil û can dixebitî. Heval Salih ji aliyê heval û civakê ve yê wî nas dikirin pir dihat hezkirin, ji ber hevaltiya wî rast û mirov bû. Di nava heval û civaka xwe wek çirayê bû.

Malbata wî di serî de em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin.”