KON-MED'ê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) piştî 2 salan kongreya xwe ya 2'emîn a asayî li dar xist.

KON-MED'ê 2'emîn Kongreya Asayî ya sala 2021'ê bi dirûşma "Azadiya Serok, azadiya me ye, dem dema azadiyê ye", "Em xwe bi sazî bikin, azad bibin, Paradîgmaya Azadiyê ava bikin, Rêber Apo azad bikin" pêk anî. Piştî deqeyeke rêzgirtinê dîwan hate hilbijartin û raporên karê salekê hate xwendin.

Li gel nûnerên FCK (Federasyona Civakên Kurdistanî li Başûrê Elmanyayê), FED-KURD (Federasyona Kurdistaniyên Azad li Rojhilatê Elmanyayê), FED-DEM (Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan li Bakurê Elmanyayê), FED-MED (Federasyona Civakên Azad Nû Mezopotamya li NRW) FCDK-KAWA (Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan E.V), FEDA (Federasyona Elewiyan a Demokratîk), 300 delege beşdar bûn. Her wiha nûnerên Die Linke, MLPD, Însiyatîfa Mereşê û Kongreya Avakirina Dersimê jî amade bûn.

Tahir Koçer di destpêka kongreyê de axivî û bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê. Tahir Koçer destnîşan kir ku kongre divê bibe bersivek ji van êrişan re.

Hevserokên KCDK-E'yê Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç piştre axivîn. Koç got, "Dewleta Tirk a dagirker 24'ê Nîsanê xwest herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dagir bike. Doh jî bombe li kampa Mexmûrê barand. Dewleta Tirk armanca xwe eşkere kir. Di salvegera qirkirina Ermenan de xwest Kurdan qir bike. Jin û ciwanên Kurd li dijî vê yekê li ber xwe dan. Dewleta Tirk neçar ma paşve gavê biavêje, lê mixabin xeta xiyanetê kete dewrê. Em berxwedana gerîla silav dikin. Em dibêjin, her der Zap e, her der Avaşîn e, her der Metîna ye. Divê mirov li her qadê li ber xwe bide. Em dixwazin ev kongre bibe wesîleya destpêka pêngavek ji bo azadiya Rêbertî. Bi navê dîwanê û KCDK-E'yê gerîla silav dikim."

Fatoş Goksûngûr jî got, "Êrişa hewayî li dijî Mexmûrê hate kirin. Em êrişa li ser Mexmûrê qebûl nakin, ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye û vê êrişê şermezar dikin. Êrişa dagirkerî û qirkeriyê ya bi salan, ji 24'ê Nîsanê ve bi konsepteke nû tê meşandin. Êrişê dibin ser Şengalê, Rojava û Başûrê Kurdistanê. Êrişa herî giran jî tecrîdkirina Rêber Ocalan e. Kî Kurdistanê diparêze, êriş li dijî wan tê kirin. Êrişî nirxên Kurdistanê hemûyan dikin. Ya teslîmiyet ya azadî! Yên ku Kurdistanê, azadiyê, jinan û zarokan diparêzin gerîla ne. Zîhniyeta PDK'ê jî pêşkêş dkie. Em Kurdên li Ewropayê xwedî li gerîla derdikevin ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin."

Nûnerê MLPD'ê Peter Weîspfennîg jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û got, "Divê qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin."

Di kongreyê de li gel partiya çep a Elman Dîe Lînke nûnerên gelek partiyan peyam dan.

Di dawiyê de jî hilbijartin hate kirin û Zubeyde Zumrut û Engîn Sever ji bo hevserokatiya KON-MED'ê hatin hilbijartin. Her wiha desteya rêveber a ji 27 kesan hate hilbijartin.