KON-MED: Di 14’ê Kanûnê de em hêza xwe nîşan bidin!

KON-MED got ku “Em bi hemû hêza xwe tevlî meşa ji bo Rojava ya di 14’ê Kanûnê de bibin.”

Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya li Elmanyayê (KON-MED) îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo meşa di 14’ê Kanûnê de bang kir.

Di daxuyaniya KON-MED’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dîroka Komara Tirkiyeyê, dîroka qetlîaman e. Ji Roboskî heta Rojava dewleta Tirk bi balefiran zarok qetil kiriye.

Di 14’ê Kanûnê de ji bo Rojava wê meşên enternasyonalîst werin lidarxistin. Elmanya di serî de wê li gelek bajar û welatên cîhanê ev meş werin lidarxistin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bila li hemberî van êrîşên dagirker bibin yek û hesap ji dewleta Tirk a qirker bixwazin. Meşên di 14’ê Kanûnê de ji bo hemû Kurd, Tirk, Elewî, Êzidî, Siryan û hemû gelên bindest wê werin lidarxistin. Divê bi berxwedana li Kurdistanê bin.

CIHÊN ÇALAKIYÊ

"KOLN

(Bonn, Koln, Bîlefed, Dortmûnd, Duusseldorf, Dûîsbûrg, Essen)

Cih: Hans-Boockler-Platz, 50672 Kooln

Saet: 13.00

 

FRANKFURT- DARMSTADT

Cih: Bockenheimer Warte 1

60325 Frankfurt am Main

Saet: 14:00

HANAU

Cih: Hauptbahnhof

Saet: 14:00

BERLÎN

Cih: Bernauerstr

Saet: 13:00

LEÎPZÎG

Cih: Eisenbahnstrasse Rabet

Saet: 14:00

 

BREMEN-OLDENBURG

Cih: Hauptbahnhof Bremen

Saet: 14:00

HANNOVER-SLZGÎTTER

Cih: Hauptbahnhof Hannover

Saet: 14:00

HAMBURG-KÎEL

Cih: Pêşiya HBF’ê, Hamburg

Saet: 15:00

MUNİH

Cih: Schutzenstraße

Saet: 14:00

STUTTGART

Cih: Lautenschlager str.

Saet: 14:00

HEİLBRON

Cih: Kolpingstr. 120

Saet: 14:00

NURNBERG

Roja Şemiyê bi otobusên ku hatine kirêkirin wê di nava bajêr de were gerandin û li pêş konsolosxaneya Tirk û şîrketên ku çekan çêdikin wê were sekinandin û belavok werin belavkirin.”