Komplo li Lefkoşa û Bremenê hate protestokirin
Li paytexta Qibris Lefkoşa û bajarê Bremen ê Elmanyayê Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.
Li paytexta Qibris Lefkoşa û bajarê Bremen ê Elmanyayê Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.
Kurdên li Lefkoşa dijîn bi dirûşim û sirûdan ber bi paytexta Yewnanistanê ve ketin meşê, çelekgek reş danî ber derê wê. Çalakvanan bal kişandin ser rola Yewnanistanê ya di komployê de û hemû hêzên komploger şermezar kirin.
Çalakvan piştre ber bi Parlementoya Qibrisê ve ketin meşê, dosyayek têkildarî tecrîd û grevên biçîbûnê pêşkêşî parlemetoyê kirin. Parlementerên ku dosya pêşkêşî wan hate kirin anîn ziman ku ji bo bidawîkirina tecrîdê soza ku wê bikevin nava hewldanan dan.
BREMEN
Li bajarê Bremen ê Elamanyayê jî Meclîsa Jinan a Sêvê, li pêşiya parlementoyê mîtîngek kirin. Di mîtîngê de komploya li ser Ocalan û tecrîd hate şermezarkirin, peyamên piştevaniya bi grevên birçîbûnê re hatin dayîn. Di axaftinê hatin kirin de ji bo şikandina tecrîd û faşîzmê banga hê xurtir a têkoşînê hate kirin.