Komplo li Bolîvya hate protestokirin, Guven hate silavkirin

Li Bolîvyayê jinan Komploya 15’ê Sibatê protesto kir û berxwedana Leyla Guven jî silav kirin.

Li bajarê Bolîvya La Pazê jinên xwecihî yên Amerîkayê Komploya 15’ê Sibatê protesto kirin.

Çalakî li pêşiya Sefaretxaneya Tirk hate lidarxistin û bê navber dirûşmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ hate berz kirin.

Di çalakiyê de berxwedana Leyla Guven ku 100 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçÎbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye hate silav kirin.