Komkujiya Gurgum û Roboskiyê hatin şermezarkirin

Li Parîsê komkujiya Gurgum û Roboskiyê bi meşekê girseyî hate şermezarkirin.

Rêxistinên Demokratîk ên Kurd û Tirk ên li Parîsê xebatan didin meşandin, bi meşekî girseyî komkujiya girtîgehan a di bin navê 'Vegera jiyanê' ya di 19'ê Kanûna 2000'an de, Komkujiya Gurgumê a di sala 1978’an de li dijî Elewiyan û Komkujiya Roboskî ya di 28’ê Kanûna 2011’an de ku piranî zarok 34 gundî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin şermezarkirin.

Piştî meşê axaftin hatin kirin û komkujiyên meha kanûnê şermezar kirin. Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku her sê komkujî jî dijminatî û hişmendiya yekperestî ya faşîst li dijî şoreşger, Elewî û Kurdan pêk hatiye. Di axaftinan de hate gotin ku heta faşîzim têk neçe wê mezlûm û bindest azad nebin.

Heta dawiya meşê dirûşmeyên bi Kurdî, Fransî û Tirkî hatin berzkirin.