Komîteyên PJAK û KJAR ên Ewropayê 17’ê Adarê wê çalakiyeke hemwext lidarbixin

Komîteyên PJAK û KJAR’ê yên li 5 welatên Ewropayê îro bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew ê roja 17’ê Adarê li 5 welatan bi awayekî hemwext li dijî siyasetên serkutker ên rejîma Îranê çalakiyan lidar bixin.

Komîteyên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ên li Ewropayê wê bi armanca şermezarkirina siyasetên serkutker ên dema dawî yên rejîma Îranê û piştgirîdayîna ji bo çalakvanên siyasî û sivîl yên ji aliyê rejîma Îranê ve hatinî girtin, wê li 5 bajarên Ewropayê çalakî li darbixin.

Kîmeteyên PJAK û KJAR’ê yên 5 welatên Ewropayê (Swêd, Elmanya, Belçîka, Danîmarka, Norveç) bi daxuyaniyan bal kişandin li ser armanca çalakiyên xwe yên hevbeş û banga tevlîbûnê li gel û rêxistinên çep û demokratîk kirin.

Di daxuyaniya komîteyan de bal kişandine ser cînayet û serkutgeriyên rejîma Îranê ya li hemberî gelan û bi taybetî gelên bindest, jin, karker, kolber û kolberên sûtemeniyê.

Her wiha di daxuyaniya wan de behsa şîdet û serkutgeriya rejîma Îranê ya li hemberî nerazîbûna gelê Belûç ya ji ber zarokên xwe ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin kirine û hatiye gotin ku ew ê wek PJAK û KJAR’ê ji bo şermezarkirina wan siyasetên rejîma Îranê çalakiyeke nerazîbûnê ya hevbeş li ber avahiya sefareta rejîma îdam û serkut ya li Îranê desthilate li darbixin.

Komîteyên PJAK û KJAR’ê yên her 5 bajarên Birûksel, Frankfûrt, Oslo, Kopenhag, Stokholm ên Ewropayê di dawiya daxuyaniyên xwe de bang li sazî û rêxistinên çep, demokrat û hemû azadîxwazan dikin ku tevlî wê çalakiyê bibin.

Cih û navnîşanên ku çalakî lê bên kirin:

Elmanya-Frankfûrt

Dîrok: 17.03.2021

Dem: 15:00-17:00

Cihê çalakiyê: Raimundstraße 90, 60320 Frankfurt am Main- li ber sefaretxaneya Îranê ya li Frankfûrtê

Danîmarka-Kopenhag

Dîrok: roja Çarşemê 17.03.2021

Dem: 15:00 -17:30

Cihê çalakiyê: Engskîgtevej 6 2100 Ø" - li ber sefaretxaneya Îranê ya li Kopenhagê

Li welatên ku navnîşana çalakiyê nehatî dayîn, wê di heman rojê û di navbera heman saetan de li ber sefaretxaneya Îranê ya wê welatê çalakî were lidarxisitn.

Her wiha ji bo wergirtina agahiyên berfireh ya derbarê çalakiyê de hejmarê telefonê berpirsên wan welatan hatine parvekirin ku bi vî rengî ne:

Brûksel- heval Sabir: +32465711005

Stokholm- heval Zagros: +46722835190

Frankfûrt- heval Cehanbexş: +491787217087

Oslo- heval Şîrzad: +4797979397

Kopenhag- hevala Firîşte: +4531711848