Komîsyona YE’yê: Di doza Demîrtaş de zextên li ser mafan heye

Alîkara Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Frederîca Mogherînî got ku, “Di doza Demîrtaş de, zextên li ser mafê mirovan a li Tirkiyeyê heye.”

Piştî lihevkirina nûnerên partiyên siyasî yên Parlementoya Ewropayê, rewşa Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di Desteya Rêveber a Parlementoya Ewropayê de di bin çavdêriya nûnerên Yekîtiya Ewropayê de hate nîqaşkirin. Alîkara Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Frederîca Mogherînî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ya derbarê Demîrtaş bi bîr xist û ev tişt got:

‘DIVÊ ZEXT LI TIRKIYEYÊ WERE KIRIN’

“DMME saziyeke Konseya Ewrûpayê ya ku Tirkiye jî endamê wê ye. Doza Demîrtaş ji bo me Komîsyona YE jî dibe sedema aciziyê. Di vê dozê de zextên li ser mafên mirovan ên li Tirkiyeyê heye. Di vê serdemê de divê zext li Tirkiyeyê were kirin lê di pêkanînan de rewşeke berevajî vî tiştî heye. Girtina Demîrtaş binpêkirina mafên mirovan e. DMME biryara xwe ya li ser Demîrtaş da û divê ev biryar ji aliyê Tirkiyeyê were pêkanîn.”

PÎRÎ: EM PARLEMENTOYA EWRÛPAYÊ BI TE RE NE

Raportora Parlementoya Ewropayê Katî Pîrî jî got ku, “Demîrtaş ji ber ku ji hêviyên ciwanên Kurd û Tirk re bûye bersiv, îroj bûye hedef.

Ez dixwazim peyamekê ji hevsera Demîrtaş re bişînim: Em PE bi te re ne.”

VERGÎAT: REWŞA TIRKIYEYÊ DIBE SEDEMA FIKARAN

Li ser navê Koma Çepgir a PE’yê jî Marîe-Chrîstîne Vergîat jî got ku, “Li Enqereyê rûniştina doza Demîrtaş heye. 150 salan cezayê girtîgehê jê re dixwazin. Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye. Rewşa li Tirkiyeyê mirovan dixe nava fikaran. Divê Erdogan bizanibe ku Demîrtaş û hevalên wî zextên li ser mafên mirovan ên li Tirkiyeyê sembolîze dikin.”

Parlementerê Demokratên Sosyal ê Îngîlîz Jûly Word jî diyar kir ku HDP partiya wan bira ye û got ku, “Ez bi qasî ku dostê gelê Kurd im, ewqasî jî dostê gelê Tirk im. Divê Demîrtaş serbest were berdan.”

DIVÊ YE GAVÊN ŞÊNBER BIAVÊJE

Hin parlementerên PE’yê yên ji welat û komên polîtîk ên cihê jî gotin ku, “Tirkiye bûye dewleteke  girtîgehê ya servekirî. Heke Tirkiye van biryaran pêk neyîne ew ê YE çi bike? Divê YE li vî tiştî bifikire û tişta pêwist bike. Divê tevdîr û pêkanînên şênber were kirin. Divê YE gavên şênber biavêje. Li Tirkiyeyê pirsgirêka rejîmê heye.”