KOMAW’ê li Essenê çalakiyeke protestoyê li dar xist
Li bajarê Essenê yê Elmanyayê çalakgerên KOMAW’ê li pêşiya Theater Passageyê hatin ba hev û êrîşên li ser goristanên HPG’ê protesto kirin.
Li bajarê Essenê yê Elmanyayê çalakgerên KOMAW’ê li pêşiya Theater Passageyê hatin ba hev û êrîşên li ser goristanên HPG’ê protesto kirin.
Di çalakiyan de hate diyarkirin ku tehamula dewleta Tirk a dagirker ji goristanan re jî tune û dewleta Tirk ji Împaratoriya Osmaniyan heta niha her dem qetlîam û êşkence li gelan kiriye.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku rejîma Erdogan a faşîst li Şirnex, Wan, Colemêrg û Amedê rûyê xwe yê rast nîşan daye.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Rojava didomîne û çeteyên girêdayî xwe dişîne Lîbyayê.
Di çalakiyê de darbeya AKP û MHP’ê û girtina Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari hate protestokirin.