Koma Pforzheimê Nobeta Azadiyê dewir girt
Ji sala 2012’an ve li bajarê Strasbourg ê Fransayê li ber Konseya Ewropayê çalakiya Nobeta Azadiyê tê lidarxistin. Di hefteya 637’an ya çalakiyê de koma Pforzheimê nobet dewr girt.
Ji sala 2012’an ve li bajarê Strasbourg ê Fransayê li ber Konseya Ewropayê çalakiya Nobeta Azadiyê tê lidarxistin. Di hefteya 637’an ya çalakiyê de koma Pforzheimê nobet dewr girt.
Nobeta Azadiyê ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye, ji sala 2012'an û vir ve li bajarê Strasbourg yê Fransayê, li qadeke nêzî saziyên rêveberiyê yên Yekîtiya Ewropayê bêyî navber dewam dike. Çalakî di hefteya 637'an de bi koma ji bajarê Pforzheim yê Elmanyayê dewam dike. Di koma nû de Nevzat Yilmaz, Cafer Selçûk û Abdullah Şirnexî cih digrin.
Berdevkê komê Nevzat Yilmaz anî ziman ku ew ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta heftiyekê di çalakiyê de bin û got: “Armanca sereke ya vê çalakiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye ku bi awayek bê hiqûqî û neheq di girtîgehê de tê ragirtin. Di şexsê Rêber Apo de xwestin vîna gelekê teslîm bigrin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd wê xebat û çalakiyên me bidomînin.”