Koma nû greva birçîbûnê ya li Rûsyayê dewr girt
Li hemberî tecrîda li Îmraliyê li Rûsyayê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî bi tevlêbûna koma nû re didome.
Li hemberî tecrîda li Îmraliyê li Rûsyayê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî bi tevlêbûna koma nû re didome.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rûsyayê jî greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî bi tevlêbûna koma nû re didome.
Koma Krasnodarê ji koma Platînovkeyê çalakî dewrt girt û bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku wan dest bi greva birçîbûnê kirine.
Li ser navê çalakgeran Hevserokê Otonomiya Çanda Kurdan a Krasnodarê Îşxan Anqosî got ku, “Divê gelê me baş bizanibe ku, em bi têkoşînê dikarin bi ser bikevin. Nabe ku em azadiya xwe ji kesên din bixwazin. Peywira me Kurdan e ku em bidin ser rêya Leyla Guven, Nasir Yagiz, Îmam Şîş, çalakgerên Strasboûrgê û berxwedêrên li zindanên Tirkiyeyê bedena xwe dane ber greva birçîbûnê. Em bi geşkirina têkoşîna xwe dikarin, Rêbertiya xwe azad bikin û bi azadî bijîn. Ji ber vê jî em Kurdên li Rûsyayê dijîn em tevlî greva birçîbûnê dibin û diyar dikin ku daxwaza hevalên me yên di çalakiya greva birçîbûnê daxwazên me ye jî.”