Koç: Komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin; em ê çalakiyên xwe dewam bikin

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç destnîşan kir ku komkujiya li Parîsê teqez ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin û bang li Kurdan kir ku çalakiyên xwe mezin bike.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç têkildarî komkujiya 23'ê Kanûnê ya li Parîsê ji ANF'ê re axivî.

Yuksel Koç di destpêkê de Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Komkujî dewama komkujiya destpêkê ya Parîsê ye. Di heman demê de parçeyek ji qirkirina Kurdan e ku bi piştgiriya hêzên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve tê kirin. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bikaranîna çekên kîmyewî li Zap, Metîna û Avaşînê, girtina hevserokê DBP'ê, zextên siyasî yên li ser HDP'ê, operasyona beriya çend rojan a li Elmanyayê ya li hemberî saziyên Kurdan û siyasetmedaran, polîtîkayên qirêj ên Swêd û Fînlandiyayê yên di berdêla endametiya NATO'yê de li hemberî Kurdan dimeşînin, ev hemû parçeyên konseptekê ne. Eger komkujiya destpêkê ya li Parîsê hatibûya ronîkirin û biryara nepenîtiyê li ser dosyayê nehatibûya danîn, wê komkujiya duyemîn neqewimiya. Mijareke din jî ew e ku eger hêzên navneteweyî li ber tecrîda li ser Rêbertî û bikaranîna çekên kîmyewî dengê xwe bikira, wê li Parîsê komkujî nebûya. Berpirsyarê vê komkujiyê dewleta Tirk e, Enqere ye. Planeke wan e. Eşkere ye ku ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin. Her wiha divê bê gotin ku li Fransayê jî rêxistiniyek nava vê de heye. Dema ku mirov li rewş û bûyeran dinihêre ev encam derdikeve holê."

HELWESTA FRANSAYÊ

Têkildarî helwesta rayedarên Fransayê jî Yuksel Koç got, "Destpêkê hewl dan komkujiya Parîsê ya duyemîn binixumînin. Ji ber nerazîbûna gelê Kurd û hêzên demokratîk ên li seranserê cîhanê, bi lez û bez derxistin pêşberî dadgehê. Eger Fransa naxwaze gumanbar bê dîtin, eger ne şirîkê vê yekê ye, hingî daxwaza me gelekî zelal e. Divê biryara nepenîtiyê ya li ser doza komkujiya yekemîn a Parîsê bê rakirin. Ya duyemîn jî divê ev komkujî weke çalakiyeke terorê bê dîtin û ji her alî ve bê lêkolîn. Gava ku eşkere kir bê kê ferman daye, kê plan kiriye, kê kiriye, hingî wê di bin gumanan de nemîne.

Me berê jî pirsî bû, em careke din dipirsin. Di serî de Fransa gelo dewletên Ewropayê ji aliyê kê ve tên birêvebirin? Tirkiye gefê dixwe, her ku gefê dixwe, serî li ber polîtîkayên wê ditewînin. Ne tenê di meseleya Kurd de, beriya niha em zanin ku DAÎŞ'ê li Parîsê komkujî kir. Wê demê hikumeta Fransayê hevdîtinek bi hêzên QSD'ê re kiribû. Dewleta Tirk gef xwaribû û piştre jî li Belçîka, Berlîn û Parîsê komkujî hatibû kirin. Ev hemû nîşan dide ku Tirkiye gefê dixwe, Ewropa jî paşve gavê diavêje. Yanî Ewropa ji aliyê dîktator Erdogan ve tê birêvebirin."

'DEWLETA TIRK LI BERPIRSYARIYA XWE MIKUR HAT'

Li ser daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên têkildarî mijarê jî Yuksel Koç got, "Sefîrê bilind ê dewleta Tirk daxuyaniyek da. Balkêş e, dibêje 'Eger destûr ji çalakiyên PKK'ê re neyê dayin, eger destûr ji çalakiyên Kurdan re neyê dayin hingî komkujî nabin, kuştinên siyasî nabin, mirin nabin'. Yanî dewlet li xwe mikur tê. Ev daxuyanî mikurhatina dewletê li berpirsyariya xwe ye."

BANGA LI RAYA GIŞTÎ YA EWROPAYÊ

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç ji bo dewletên Ewropayê ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk dengê xwe nakin wiha axivî: "Bila baş zanibin ku Tirkiye şerê xwe derbasî Ewropayê dike. Li Ewropayê 3 milyon Kurd hene. Bi qirkirin û komkujiyan wê nikaribin gavê bi Kurdan bi paşve bidin avêtin. Wê ti carî dest ji têkoşîna azadî û wekheviyê bernedin. Dewleta Tirk bi saya polîtîkayên durû yên Ewropayê bi vî rengî tevdigere. Tirkiye bi rêya şantajê nirxên Ewropayê, nirxên mirovahiyê binpê kiriye. Fransayê ji bo azadiyê berdêlên cidî dane, lê belê hikumeta Fransayê serî li ber şantajê ditewîne.

Tirkiye ji bo li Rojhilata Navîn xeyala xwe ya Osmaniya nû pêk bîne, çeteyan bi kar tîne. Em bang li raya giştî ya Ewropayê dikin. Serî li ber gefên Tirkiyeyê netewînin. Dewleta Tirk DAÎŞ'ê bi kar tîne û xwe bi rêxistin dike. DAÎŞ ne tenê dijminê Kurdan e di heman demê de dijminê jinê ye, dijminê azadiyê ye. Dewleta Tirk li Ewropayê rêxistiniyeke paralel ava kiriye. Ev rêxistinî li ser gelê Ewropayê gef e. Em ji gelên Ewropayê re dibêjin ku piştgiriyê bidin Kurdan ku ji bo azadî, wekhevî û azadiya jinê têdikoşe."

Yuksel Koç destnîşan kir ku heta komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê bêne ronîkirin wê çalakiyên xwe dewam bikin.