Duh ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 15 Kurdistaniyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê di roja duyemîn de didome.
Kurdistaniyên li Elmanya û Fransayê dijîn serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li Mala Çanda Mezopotamya li Strasboûrgê kirin û piştgirî dan çalakiyê. Ji welatê Swîsre û welatên din jî serdanên ji bo piştgirîdayînê têne kirin.
JI HEMÛ PARÇEYÊN KURDISTANÊ ÇALAKGER BEŞDAR BÛNE
Ji her çar parçeyên Kurdistanê, Kurdistanî beşdarî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bûne. Gelek endamên partî û rêxsitinan jî di çalakiyê de cihê xwe digrin. Navê çalakgeran wiha ne; Dîlek Ocalan, Gulistan Çiya Îke, Denîz Rojbîn, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîr, Mehmet Nîmet Sevîm, Mûstafa Sarikaya, Mohamad Ghaderî, Denîz Surgut, Ayvaz Ece, Yuksel Koç, Kadro Bokanî, Kerem Solhan, Agît Ûral û Ekrem Yapici.
‘DIVÊ CPT Û SAZIYÊN NAVNETEWÎ BI ERKA XWE RABIN’
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç têkildarî çalakiyê agahî da û diyar kir ku ji bo şkandina tecrîda li ser Ocalan bi biryarin û wê bi vê şîarê çalakiya wan encam bigre.
Koç bibirxîst ku zêdetirî 2 sal e agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha domand; “Ev sê sal e hevdîtina şandeyê pêk nayê û hevdîtina parêzeran jî zêdetirî 7 sal e tê astengkirin. Rolê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyan (CPT) ku saziya herî berpisyare, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) û Konseya Ewropa (KE) di gihiştina tecrîdê ya vê qonaxê de hey.”
Koç bi domdarî got; “Divê saziyên Ewropa yên berpirsyar li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin. Yan wê di vê mijarê de tişta pêwîst bikin yan jî wê qebûl bikin ku rêveberên siyaseta faşîst a dewleta Tirk e.”
TECRÎD NE TENÊ KURDAN DIKE HEDEF
Koç diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan ne tenê Kurdan eleqedar dike û di heman demê de tecrîd bi politîkayên zextê yên dîktatoriya Erdogan li tevayî Tirkiye û Rojhilata Navîn e.
‘EM BI BIRYARIN KU EM Ê TECRÎDÊ BIŞKÊNIN’
Koç got heta tecrîd neyê şkandin bi biryarin ku çalakiyê bidomin û bi vê armancê wê çalakiya greva birçîbûnê heta dawiyê bibin.
Koç herî dawî got bi domkirina tecrîdê re wê hişmendiya DAÎŞ’ê serbikeve û bang li hemû pêkhateyên alîgirên azadî, aşitî û biratiyê kir ku li ser vê armancê têbikoşin.