Kobanê û Bagdûr li nexweşxaneyê tên dermankirin

Aktivîst Omer Bagdûr û Cemal Kobanê ku piştî banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn, îro rakirin nexweşxaneyê û tên dermankirin.

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Melle Mûstafa Tûzak ên Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, di çalakiya greva birçîbûnê de bûn, roja Yekşemê dawî li çalakiya xwe anîn.

Roja Yekşemê erkdarên tendirustiyê hatibûn lokala NAV-DEM a li Berlînê û çalakger rakiribûn nexweşxaneyê.

Nûnerên saziyên Kurd ên li Berlînê nerazîbûn nîşanî gotina erkdarên tenduristiyê ya “rewşa tenduristiyê baş e” dan û îro çalakger Omer Bagdûr û Cemal Kobanê sewqî nexweşxaneyê kirin.

Kobanê û Bagdûr ku 118 roj bûn li dijî tecrîda Îmralî di grevê de bûn, li beşa giran dibin çavdêriyê de tên girtin. Ji ber çalakiya greva birçîbûnê bedena çalakgeran zeyîf bûye û fikara bijîşkan heye ku çalakger enfeksiyonê bigirin.

Şiyar Xelîl ê ku piştî 121 rojên çalakiyê roja Sêşemê rakiribûn nexweşxaneyê dermankirina wî li beşa giran didome. Melle Mûstafa Tûzak jî roja Duşemê rakiribûn nexweşxaneyê û tedawiya wî didome. Tûzak ê ku 134 rojan ketibû grevê gelek kîlo kêm kiriye.