Kobanê: Mirineke bi vî rengî ji bo min serbilindî ye!

Cemal Kobanê yê li gel sê hevrêyên xwe li Berlînê di grevê de ji ber rewşa giran rakiribû nexweşxaneyê tedawî nepejirand. Kobanê got: “Bi mirineke wiha serbilindim.”

Cemal Kobanê yê li gel Omer Bagdûr, Şiyar Xelîl û Mele Mûstefa Tuzak li paytext Berlîn a Elmanyayê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ye, di saetên nîvroyê de rewşa wî pir giran bû.

Kobanê yê nefesa wî teng bû û dilê wî gi lez û nizim lêda bang li ambûlans û doxtoran hate kirin.Kobanê yê maskeya oksîjenê xiste pozê wî rakirin nexweşxaneyê. Kobanê yê nepejiran ku serom bê bikaranîn di saetên şevê de tedawî red kir û vegeriya.

Kobanê j ANF’ê re axivî û bang li gelê Rojava û hemû Kurdistaniya kir ku û got: “Ji her tiştekî ku rû bide ez serbilindim. Ez bi mirineke wiha serbilindim.”

Kobanê yê tevî hemû israrên doxtoran tedawî red kir ev got: “Her çendî nefesa min pir teng jî bûbe, min tedawî red kir. Moralê min bilind e, wê kêliyê min ji bo xwe got; ‘Eger mirin were bila bi vî rengî bê’.”

Kobanê bang li gelê Kurdistanê kir ku hê zêdetir xwedî li çalakvanan derbikevin û got: “Tecrîd enceq bi berxwedana topyekûn a gel bidawî bibe. Bi taybet divê gelê rojava ji bo şikandina tecrîdê meşên hê girseyî û mezin bikin. Ji sibe û pêve 15 girtî dest bi Rojiya mirinê dikin. Bi hêviya ku ziyan negihêje bedena wan berxwedan bi ser bikeve.”

Çalakiya Cemal Kobanê û Omer Bagdûr di roja 91, Mele Mûstefa Tuzak di roja 107 û Şiyar Xelîl jî roja 94’an de ye.