KCDK-E’yê Pêngava 15’ê Tebaxê silav kir
KCDK-E’yê Pêngava 15’ê Tebaxê silav kir û got: “Em li dora Rêber Apo kom bibin û seferber bibin.”
KCDK-E’yê Pêngava 15’ê Tebaxê silav kir û got: “Em li dora Rêber Apo kom bibin û seferber bibin.”
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) bi wesîleya salvegera pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Pêngava 15’ê Tebaxê 40 sal li pey xwe hiştin û wiha hate gotin: “Bi têkoşîna bê hempa ya ku 40 sal in li dijî dewleta Tirk a qirker tê meşandin, tunebûn veguherî hebûnê. Em têkoşîna azadiya Kurd a bi rûmet, pîroz dikin.”
‘DESTKEFTIYÊN MEZIN BI DEST XIST, BERXWEDANA HERÎ BI RÛMET A DI DÎROKA MIROVAHIYÊ DE’
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: “Pêngava 15’ê Tebaxê azadî û hebûna Kurd pêşde bir û destkeftiyên mezin bi dest xist. Ti rondikên çavan û ewqas berdêlên hatine dayîn, vale neçûn. Ev berxwedana herî bi rûmet a dîroka mirovahiyê ye. Gerîlayên azadiyê yên li dora Rêber Apo kom bûne, gelê me yê fedekar û gelên cîhanê vê têkoşînê ji bo rizgariya mirovahiyê ji xwe re kiriye ronahî.
Hemû lehengên nemir, Egîd û Zîlan sembola bi hezaran şehîdên me ne. Di sala 41’emîn a pêngavê de em soz didin hemû şehîdên xwe: Em ê Rêber Apo û Kurdistanê azad bikin, meşa mezin bi pêngavên nû bi ser bixînin.
‘EM HÎN BI XURTTIR LI DORA RÊBER APO KOM BIBIN’
Gelên me li dijî dewletên mêtinger û dewleta Tirk a qirker berdêlên mezin dan. Gelê Kurd, ciwan û jin li ser esasê hêza xwe, xweparastin pêş xistin. Bi paradîgmaya ku Rêber Apo pêş xistî, xeteke pêşengiyê ya dîrokî hate bidestxistin û hate gihandina nuqteyeke hêza alternatîf a gerdûnî. Asta gerdûnî ya ku xeta 15’ê Tebaxê di roja îro de gihiştiyê, xwedî cihekî girîng e û dibe hêvî. Ev xet bi pêşengiya Rêber Apo hate pêşxistin.
Li dijî Pêngava 15’ê Tebaxê hemû hêzên paşverû, şebekeyên xiyanetê û hêzên navneteweyî enî girtine. Dewleta Tirk a qirker armanc dike xaka Kurdistanê dagir û îlhaq bike û ji bo vê yekê hemû hêzên hevkar-xayîn li dora xwe kom kiriye. Li dijî dewleta Tirk a qirker gelê me wê hîn bi xurttir li dora Rêber Apo kom bibe û destkeftiyên xwe biparêze.
Gelê Kurd ê li dora gerîlayên azadiyê bûyî yek, li dijî êrîşên dagirker, qirkirin û îlhaqê wê bi lehengane li ber xwe bide û gavekî ji têkoşîna azadkirina Kurdistanê ber bi paşve neavêje.
Em salvegera 40’emîn a pêngava 15’ê Tebaxê li pey xwe dihêlin. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst, xayînên hevkar û hêzên navneteweyî yên bûne hevkarê qirkirinê, li dora Rêber kom bibin û seferberî têkoşînê bibin.
Tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst û xiyanet-hevkarî li ber hilweşînê ye. Em weke li her çar parçeyên Kurdistanê, bi Kurd û dostên wan ên li her çar aliyên cîhanê û Ewropayê re hîn bêhtir xwedî li Rêber Apo û têkoşîna azadiyê derbikevin û planên dagirkerî û îlhaqê yên dewleta Tirk a qirker pûç bikin.”