KCDK-E’yê ji bo meşa 25 rojan banga tevlîbûnê kir
KCDK-E’yê ji bo meşa ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Parîsê heta Strasboûrgê bi qasî 25 rojan bidome, banga tevlîbûnê kir.
KCDK-E’yê ji bo meşa ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Parîsê heta Strasboûrgê bi qasî 25 rojan bidome, banga tevlîbûnê kir.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdan re Edalet’ ji Parîsê heta Strasboûrgê wê meşeke ji bo 25 rojan bê lidarxistin. Em ji bo vê meşê seferber bibin.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibe û wiha hate gotin: “Li aliyekî bi êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker, li aliyê din jî bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurdistanê tê meşandin, her ku diçe kûrtir dibe.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst bi polîkayên tecrîd û dagirkeriyê hewl dide temenê xwe dirêj bike û wiha hate gotin: “Yek ji berpisyarên tecrîda li ser Rêber Apo Konseya Ewropa û CPT ne. CPT bi ti rengî bi rola xwe narabe.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan û ev tişt hate gotin: “Bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdan re Edalet’ 22’ê Çileyê wê meşa ji bo 25 rojan destpê bike. Meşa 25 rojî 22’ê Çileyê wê li navnîşana Rûe La Fayatte – Natîon destpê bike û 15’ê Sibatê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi dawî bibe.”
KCDK-E’yê di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir: “Di serî de gelê Kurd em bang li rewşenbîr, hunermend, ekolojîst, parêzvanên mafên jinan û her kesê alîgirê azadî û wekheviyê dikin ku beşdarî vê meşê bibin û li hemû guzergahên ku wê meş lê derbas bibe, çalakvanan bi coş pêşwazî bikin.”