KCDK-E'yê ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir

KCDK-E'yê got, "Em bang li her kesî dikin ku beşdarî çalakî û meşên 25'ê Mijdarê yên li Ewropayê bibin û bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' seferber bibin."

KCDK-E'ê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Piştgiriya li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê daxuyaniyeke de nivîskî da.

Di daxuyanîya nivîskî da ev yek jî hatin ragihandin:

"Pergala kapîtalîst ku komkujî, tundî û destdirêjîyê esas digire, jinan wekî objeyeka fûhûşê dibîne.

Tundiya li ser jinan weke êrîşeke ku di nava civakê de jinan weke fîzîkî, zayendî û derûnî hedef digire, hem ji aliyê desthilatdarî û hem jî ji aliyê mêran ve tê domandin. Hemû tundiyên li ser jinan polîtîk in.

Fikrên Rêber Apo yên ser jina azad ku li Rojava geş bûn û niha ji bo hemû jinên cîhanê wekî hêviyekê mezin dibin. Werin em 25’ê Mijdarê têkoşîna bi pêşengiya jinan di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, û Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ ku  10’ê Cotmehê destpê kir û girîngiyeke mezin bi dest xist, li qadan bin û li her qadê vê tekoşînê berfirehtir bikin. 

Em wekî KCDK-E’yê bangî li her kesî dikin ku beşdarî hemû çalakî û meşên ku dê bi pêşengtiya TJK-E’yê 25’ê Mijdarê li seranserê Ewropayê bên lidarxistin bibin û bi dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' seferber bibin."