KCDK-E’yê bang li Elmanyayê kir: Li gorî zagonên xwe tevbigerin!

KCDK-E’yê nerazîbûn nîşanî provokasyona polîsan a li ser meşa Frankfûrtê kir û got, “Li gorî zagonên xwe tevbigerin.”

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê derbarê meşa komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurdistan îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ji bo şermezarkirina tecrîda navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê meşek hatibû destpêkirin. Ligel ku provokasyon tê kirin jî ev meş didome. Ciwanên Kurd wê heta bajarê Strasboûrgê bimeşin. Di roja sêyemîn de ligel ku provokasyon hate kirin jî ciwan bihistyar tevgeriyan.

Ev meş li sê welatên cihê hatibû destpêkirin. Meşên li Luksembûrg û Cenevreyê bê problem domiya lê li Frankfûrtê polîsan ji kêfî kirinên antî demokratîk kirin. Gelo ev tişt nêziktêdayina şexsî ye yan jî ji aliyê polîsên bi eslê xwe Tirk bi qestî tê kirin. Em naxwazin bawer bikin ku ev biryareke navendî ye.

Ligel van tiştan jî ciwanan berpirsyariya xwe bi cih anîn û bihistyar tevgeriyan. Meşa ciwanan didome û meş ber bi Hambûrgê ve didome.

Em vê helwesta antî demokratîk û provokasyonê ya polîsan şermezar dikin. Em bang li hikumeta Elmanyayê û polîsan dikin ku divê li gorî qanûnên xwe tevbigerin.

Em diyar dikin ku em pişta çalakiya bi coş a ciwanan digirin û em bi wan re ne.”