KCDK-E’yê bang kir ku bila demildest çalakî bên lidarxistin

KCDK-E’yê, got: ‘’Dewleta Tirk ku qirkirina Kurdan daye ber xwe, bi piştgiriya malbata Barzaniyan a hevkar, Kurdistanê her roj dike gola xwînê’’ û bang kir ku bila bi lez û bez çalakî bên lidarxistin.

Kongreya Civakên Kurdistanî yên li Ewropayê (KCDK-E), êrîşa bi çekan a li Hewlêrê li avahiya Nûnertiya KNK’ê hat kirin û Nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bûlbûl hat qetilkirin, şermezar kir. Kongreyê, îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya malbata Barzaniyan her roj qetlîaman dike û got: ‘’Em bang dikin ku demildest li her dera nûnertî û saziyên Başûrê Kurdistanê lê ne û li ber balyozxaneyên Komara Tirkiyeyê çalakiyên protestokirin û şermezarkirinê bên lidarxistin.’’

Daxuyaniya KCDK-E’yê wiha ye:

Dewleta Tirk a qirker ku qirkirina Kurdan daye ber xwe, bi hevkariya malbata Barzaniyan her roj qetlîaman dike. Malbata Barzaniyan ku axa Başûr pêşkêşê artêşa Tirk a kujer kiriye û MÎT ku rêxistineke çete ya xwînxwar e cirîd lê diavêje, dihêle bi dehan baregehên leşkerî ava bike zemînê qetilkirina Kurdan pêşkêş dike.

PDK’ê ku bi wêneyên kujer Hakan Fîdan re di milên hev de ne şovê dike, ji bazarkirina berxwedana Kurdan, mîrateya ku bi hezaran şehîd bedel dane û bi dest xistiye, fedî nake.

Dewleta Tirk mebest ew e ku Kurdan berê hev bide û Kurdan qir bike. Malbata Barzaniyan, dihêle dewleta Tirk êrîşên bi armanca qirkirinê bike, pê re dibe tevkar û erd û hêjahiyên Kurdan pêşkêş dike. Kurd bi îbret li vê xiyanetê dinihêrin û pê pir aciz dibin.

Herî dawî bi êrîşa bi çekan li avahiya nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê hat kirin û Nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bûlbûl bi nemerdî hat qetil kirin. Eger dawî li vê xeta xiyanetê neyê diyar e ku wê hêj qetlîam çê bibin.

Em bang li PDK-malbata Barzaniyan dikin ku demildest dev ji vê xeta xiyanetkar ber bide, bibe xwedanê helwesteke li gor hêjahiyên Kurdan, di serî de MÎT ku çeteyeke qetlîamê ye, em bang dikin ku dewleta Tirk baregehên xwe yên leşkerî bigire û dawiyê çalakiyên xwe yên li ser erda Kurdistanê bîne.

Li çi der em lê bin ji bo bi ruhê yekitiya neteweyî li erd û têkoşîna xwe bibin xwedî, em bang dikin ku bila demildest li her dera nûnertî û saziyên Başûrê Kurdistanê lê bin û li ber balyozxaneyên Komara Tirkiyeyê çalakiyên protestokirinê û şermezarkirinê li dar bixin.’’