KCDK-E’yê bang kir ku 12'ê Çile li Parîsê hesab were pirsîn

KCDK-E’yê ji bo salvegera 6'an a Komkujiya Parîsê bang kir 12'ê Çile her kes ji kujeran hesab bipirse.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) ji bo sê jinên Şoreşger ên Kurd ku 9'ê Çile li  Parîsê jiyana xwe ji dest dabûn, daxuyaniyek da.

KCDK-E'yê bi bîr xist ku 12'ê Çile li Parîsê wê meşeke navendî were kirin û bang kir ku ji kujeran hesab were pirsîn.

Bang li Kurdan, demokratan antî-faşîstan, gelên bindest, rewşenbîran hate kirin,''Rêgezên dadmenidyê li ser kujeran were ferzkirin û ji qirkeran hesab were pirsîn.''

Di bangê de hate gotin ku çalakî her wiha li dijî faşîzmê, tecrîdê, dagirkeriyê û li dijî konsepta qirkirinê ye.

MEŞA HESABPIRSÎNÊ

Di daxuyaniyê de hate gotin ku weke her sal vê salê jî ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd  Sakîn Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku 9'ê Çileya 2013'an li ber Bûroya Kurd a Parîsê bi destê MÎT'a Tirk bi suîkastekê jiyana xwe ji dest dane wê meşa bîranînê, hesabpirsîna ji kujeran were kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin meşa navendî her wiha wê bibe meşa li dijî komkujî û konsepta qirkirinê ya dewleta Tirk a bi pêşengiya Erdogan ku li çar parçeyên Kurdistanê dike, wê bibe meşa nîşandana helwestê, şermezarkirinê û hesabpirsînê.

Di daxuyaniyê de êrîşên  dewleta Tirk û serokê wê Erdogan ên ji bo Tevgera Azadiyê tasfiye bike hate bibîrxistin, hate diyar kirin, ''Li çar aliyên cîhanê ji bo hevrêyên me werin kuştin komên kontra hatine çêkirin, di serî de berê xwe dane Herêmên Parastinê yên Medyayê û berê xwe dane Ewropayê û 9'ê Çileya 2013'an  hevalên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi hovane hatine qetilkirin. Yê ku komkujiya Parîsê teşwîq kirî, rê dayî ber kujeran û yê ku kujerê tetîkêş rêxistinî kirî Erdogan e.''

Bi berdewamî hate gotin ku Erdogan û ekîba wî bi Komkujiya Parîsê têr nebûne, daxuyaniya ku tê gotin, ''Rêxistina terorê û endamên wê her li kû bin tasfiyekirina wan peywira sereke ya miletê Tirk û ya dewleta Tirk e'' bi bîr xist û got, ev jî mînaka vê ya herî berbiçav e.

KOMKUJIYA PARÎSÊ HER WIHA QIRKIRINA JINAN E

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin pergala bi pêşengiya jinê ya li Kurdistanê hatî kirin û li Rojava bi gewde bûye, ya li ser hîmên rêgezên demokrasiyê û azadiyê zor li dewleta Tirk û Erdogan kiriye, vê jî ew birine qirkirineke mezin û hate gotin, ''Di şexsê hevrê Sakîn Cansiz de pêkhatine xeta jina azad li cem dewleta Tirk û klîka Erdogan li dijî tevgera jina Kurd hêrseke mezin çêkiriye û ew birine avakirina konsepta tolhildanê.''

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di vê komkuiyê de rola dewletan jî heye û hate gotin, ''Em baş pê dizanin ku di vê mijarê de Fransa û Elmanya ne bêguneh in.''

12'Ê ÇILE DIVÊ HER KES LI PARÎSE BE

KCDK-E'yê banga tevlêbûna li meşa navendî ya 12'ê Çile ya li Parîsê kir û got, ''Em bang li gelê me yê Ewropa, dostên xwe, saziyên mafê mirovan ên navnetewî dikin ku 12'ê Çile tevlî meş û mîtînga navendî bibin ya bi daxwaza bicihanîna dadmendiyê û darizandina sûcdaran''. Bêyî ku em jin, mêr, yixtiya, ciwanan ji hev veqetînin çi kesê ku dibêje, ''Ez Kurd im, demokrat im, rewşenbîr im, li dijî faşîzmê me'' em bang li wan dikin ku li Parîsê bin.

 

RÊGEZÊN DADMENDIYÊ DIVÊ LI SER KUJERAN WERE FERZKIRIN

Dawiyê hate gotin, ''Komkujiya Parîsê qirkirina jinan e, li dijî şoreşa ku li Kurdistanê geş bûyî, li Rojhilata Navîn rehên xwe kûr berdane, komployeke mezin û êrîşeke qirêj a dij-şoreşê ye.''

Di daxuyaniyê de hate gotin bi meşa li Parîsê her wiha wê peywira li bara Leyla Guven a ku ev 60 roj in di greva birçîbûnê de ye jî were bicihanîn û hate gotin, ''Em bang li hemû jinan dikin ku 12'ê Çile li Parîsê bin, rêgezên dadmendiyê li ser kujeran ferz bikin û ji qirkeran hesab bipirsin.''