KCDK-E: Meşa Berlînê îradeya gelê Kurd nîşan da

KCDK-E’yê beşdarên meşa Berlînê silav kir û got: “Vê meşê îradeya gelê Kurd nîşan da.”

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Meşa Berlînê ya ku 18’ê Mijdarê bi dirûşmeya ‘Qedexeya li ser PKK’ê rakin û demokrasiyê xurt bikin’ hat lidarxistin, îradeya gelê Kurd nîşan da.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat diyarkirin: “Tevî biryarên ku dadgeha Bruksel a Elmanyayê girtine jî, dest ji şaştiyê nayê berdan. Bi dehan kes ji ber fikrên xwe û hincetên antî-demokratîk girtî ne. Zêdeyî 3 sal in agahî ji Rêber Apo nayê girtin, ev yek û helwesta CPT’ê rasterast girêdayî vê polîtîkayê ye. Dîsa sedemên bêdengiya li hemberî komkujiyên ku dewleta Tirk li Kurdistanê pêk tîne, jî ev in.

Polîsên Elman xwestin ku bi hezaran kesên li Berlîn Oranîenplatzê hatin ba hev, bikişîne provakasyon. Lê bi helwesta meşvanan ev yek hate pûçkirin. Dîsa em helwesta polîsên ku li Îngilistanê li pey provakasyonên heman bûn, şermezar dikin. Şîroveya dijminahiya bi vî rengî ya li hemberî pîroziyên gelê Kurd, al û flamayên wan nabe.”

Di dawiya daxuyaniyê de spasiya gelên ku li Berlînê qad tejî kirine û helwesteke bi biryar raber kirine, hate kirin.