KCDK-E: Li dijî qirkirinê divê statuya Şengalê bê naskirin

KCDK-E’yê bi boneya 9’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û got: “Li dijî gefên qirkirina li ser axa pîroz, divê statuya Şengalê bê naskirin.”

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi boneya 9’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek nivîskî da. KCDK-E’yê anî ziman ku xeterî li Şengalê hêj jî heye, dewleta Tirk a dagirker û qirker bi mîna DAÎŞ’ê li êrîşan û xwarina gefan dewam dike. CDK-E’yê diyar kir ku dîktatorîya Erdogan dixwaze başûrê Kurdistanê û tevahî parçeyên din ên Kurdistanê dagir bike û got: Ev mebest a DAÎŞ'ê bû û Erdogan dixwaze vê mebesta DAÎŞ’ê pêk bîne. PDK’ê bi hevrikî û bi polîtîkaya xwe ya hevkarî ya bi artêşa Tirk re xeteriya jenosîdê hêj zêdetir dike. Ji bo vê yekê divê li dijî jî gefên qirkirina li ser axa pîroz, statuya Şengalê bê naskirin.”

Daxuyaniya KCDK-E’yê wiha ye:

“Li dijî gefên qirqirina li ser axa pîroz, divê statuya Şengalê bê naskirin 

3’yê Tebaxê salvegera 9'emîn a jenosîda li dijî Şengalê yê. Ev Jênosîd, ji alîyê rêxistina terorê DAÎŞ' ê ve li hemberî gelê me yê Êzîdî pêk hat. Encama êrîşên sala 2014'an pêk hatin, bi tenê bi karesatê bi sînor nema, wan armanc ew bû ku Êzidiyan ji holê rabikin. 

Dewleta Tirk a qirker ku Erdogan serkêşiya wê dike û çeteyên DAÎŞ’ê ku li herêmê ji aliyê hêzên hov ve tê parastin û xwedîkirin, 3'yê Tebaxa sala 2014'an li qetlîam û jenosîd li Şengalê kirin. 

Ev jenosîda sedsala 21’ê Êzidî hatin qetilkirin, wekî şerm cihê xwe di dîrokê de girt. Qetlîama li Şengalê li ber çavên hemî cîhanê pêk hat û Rêveberîya PDK'ê çavên xwe ji qetlîam û jenosîdê re girtin. 

DINYAYÊ DENGÊ XWE NEKIR, LI QETLÎAMÊ TEMAŞE KIR 

Çeteyên DAÎŞ'ê ku ji xiyaneta PDK'ê cesaret girt, qetlîam kir. Di vê qetlîam û jenosîda ku li hemberî Kurdên Êzîdî pêk hat de, Êzîdî hatin qetilkirin, jinên Êzîdî hatin revandin û li bazaran hatin firotin. Ev rewşa bi dilşewatî ku zarok û gelê me pê rû bi rû hate hiştin, li ber çavên hemû cihanê pêk hat û dinyayê bi bêdengî lê temaşe kir. 

Hêzên HPG,YJA Star, YPG, YPJ'ê û bi gelek fedakarî, em Êzidî parastin û azad kirin. Hêzên Fedakar yên Azadi bi hezaran Êzidî bi qehremanî rizgar kirin. 

Êzîdî ku fermana 74’emîn li wan rabû, ji bo careke din rû bi rûyê qetlîamên wiha nebin me Parastina xwe ya Cewherî ava kir. Hêzên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jin ên Parastina Şengalê (YJŞ) ji bo Êzidiyan ku 74 caran ferman li wan rabûye, ji bo careke ferman lê ranebe, Hêzên Parastina Cewherî damezirandin. Êzidiyan Pergala xwe ya Xweseriyê damezirand û pê nûnertiya gel tê kirin. 

BI ŞÊWAZA DAÎŞ’Ê ÊRÎŞÊN BI ARMANCA QIRKIRINÊ BERDEWAM IN 

Xeterî li Şengalê hêj jî heye, dewleta Tirk a dagirker û qirker bi mîna DAÎŞ’ê li êrîşan û xwarina gefan dewam dike. Dîktatorîya Erdogan dixwaze başûrê Kurdistanê û tevahî parçeyên din ên Kurdistanê dagir bike. Ev mebest a DAÎŞ'ê bû û Erdogan dixwaze vê mebesta DAÎŞ’ê pêk bîne. PDK’ê bi hevrikî û bi polîtîkaya xwe ya hevkarî ya bi artêşa Tirk re xeteriya jenosîdê hêj zêdetir dike.

HETA STATUYA ŞENGALÊ NEYÊ NASKIRIN, WÊ ÇARESERIYEKE MAYÎNDE ÇÊNEBE 

Em qetlîama li Êzidiyan hat kirin, şermezar dikin. Ev şerma sedsalê ye ku li ber çavên alema dinyayê pêk hat. Di serî de divê Neteweyên Yekbûyî û tevahî hêzên navneteweyî Jenosîdê û statuya Şengalê nas bikin ku pêşî li qetlîamên din bigirin. Mafê herî bingehîn ê Êzidiyan e ku statuya Şengalê ku axa pîroz a Êzidîtiyê ye, bê naskirin. Lewma divê vîna Pergala Parastina Cewherî û Xweseriya Şengalê ku ji bo parastina xwe ava kirine, bên qebûlkirin.  

DIVÊ EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ TEV LÊ ÇALAKIYÊN JI BO ŞENGALÊ BIBIN 

Em CDK-E, banga tevlêbûna çalakiyan dikin ku wê bi pêşengtiya TJK-E’yê 3’yê Tebaxa 2023’yan bên lidarxistin. Divê em tev li hemû çalakî û xwepêşandanan bibin ku wê ji bo xwedî derketina li Şengalê û girtina ber li qetlîamên nû bên lidarxistin. Erka me ya hemû rûmetyar a hemû Kurdan e ku li Parastina Xweser a Şengalê bibin xwedî û wê bi pêş ve bibin.”