KCDK-E: Ji bo geşkirina berxwedanê werin Dusseldorfê

KCDK-E'yê bang kir ku her kes 11'ê Gulanê li Dusseldorfê ji bo çalakiya ''Ji bo 7 hezar girtî, zincirî mirovî ya 7 hezar mirov'' hazir be.

KCDK-E got tecrîd ne bi hevdîtinekê divê bi rengekî mayinde rabe û ji bo geşkirina berxwedanê bang kir ku her kes Şemiyê li Dusseldorfê hazir be.

'AKP-MHP TÊK ÇÛYE Û BÊGAV MANE'

KCDK-E'yê têkilî hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku 2'ê Gulanê pêk hatî, got faşîzma AKP-MHP'ê li bara berxwedanê tengijî ye, ji bo ku bike malzemeya hilbijartinê û pêşî li zexta li ser, ya raya giştî ya li hundir û derve bigire û berxwedanê qels bike piştî 8 salan bi parêzeran re li Imraliyê hevdîtinek plan kiriye.

KCDK-E'yê diyar kir li ber berxwedana greva birçîbûnê ya bi hezaran kesî ya li Kurdistanê û Tirkiyê û cîhanê Erdogan ê dîktator û ekîba wî asê maye, di hilbijartinan de têkçûneke mezin jiyaye û li hêla dî li bara têkoşîna dijî tecrîdê bêgav maye.

'BERXWEDAN WÊ DAWÎ LI FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê BÎNE'

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin têkoşîna ''em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Ocalan azad bikin'' wê dawî li desthilata faşîzma AKP-MHP'ê bîne, ev têkoşîna birûmet a ku li ser zemîneke biheq didome hîmê desthilata faşîst a AKP'ê hejandiye û lîstika wan xira kiriye û serkeftina berxwedana greva birçîbûnê wê rê li ber hemû azadiyan veke û aştiyeke birûmet û mayinde bîne.

'ÇARESERÎ BI RENGEKÎ MAYINDE RAKIRINA TECRÎDÊ YE''

KCDK-E'yê bi bîr xist ku Ocalan vîna bi milyonan e û got, ''Ji ber vê jî bi rengekî mayinde rakirina tecrîd û zexta li Imraliyê ji bo gelê Kurd tekane çareserî ye'' û hate gotin, ''Em KCDK-E bang li gelê xwe yê welatparêz, şoreşger, dmeokrat, rewşenbîr û hemû muxalîfan dikin, li dora têkoşîna mafdar a demokrasî û azadiyê asê bibin, berxwedanê geş bikin û li berxwedanê xwedî derkevin.

BANGA LI DUSSELDORFÊ

11'ê Gulanê Şemiyê em bang dikin ku her kes tevlî çalakiya ''Ji bo 7 hezar girtî, zincîra mirovî ya 7 hezar kesî'' bibin ku li Dusseldorf ji Hauptbahnhofê wê dest pê bike û heta bi Parlamentoya Dusseldorfê bidome. Çalakî wê li ber Parlamentoya Dusseldorfê bi mîtîngekê wê bidawî bibe.''