KCDK-E: Em tevlî çalakiya rûniştinê ya 11'ê Çile ya li Berlînê bibin

KCDK-E, ji bo xwedîderketina li berxwedana zindanan a li dijî tecrîdê, di 11'ê Çileyê de dest bi çalakiya rûniştinê dike.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê ragihand, ku ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya li zindanan, ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di 11'ê Çileyê de dest bi çalakiya rûniştinê dikin.

Di daxuyaniya KCDK-E'yê de hate gotin, "Berxwedana mirovahiyê ya li girtîgehan ku di nava şert û mercên giran de dewam dike, her mezin dibe û ji her cihî piştgiriyê werdigire. Ev berxwedana li girtîgehan dewam dike, ji bo sazî, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendan banga ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê ye."

KCDK-E'yê ragihand ku yek ji wezîfeya wan a lezgîn ew e ku vê têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bikin û li her devera ku lê ne çalakiyan li dar bixin, kar bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "'Gava despêkê, çalakiya rûniştinê ya dorveger a 5 rojan, em ê di 11'ê Çileyê de li Berlînê, bi daxuyaniyeke çapameniyê bidin destpêkirin. Çalakiya rûniştinê ya dorveger ew ê 5 rojane were kirin. Her 2 komên destpêkê, ew ê nûnerên saziyan, siyastenmedar û rewşenbîr hilgirin.

Em bang li nûnerên saziyan, rewşenbîr, siyasetmedar û hunermendên Kurdistanî û Tirkiyeyî dikin, da ku tevlî çalakiyên rûniştinê yên dorveger bibin, ku ji bo em bibin dengê çalakiyên zîndaniyan pêk bînin.

Çalakî, di 11'ê Çile de, ew ê li navnîşana; Alexanderplatz / Weltuhr – Berlinê, her roj saet di navbêna 13.00 – 15.00 de were kirin."