KCDK-E: Divê Fransa dev ji krîmînalîzekirina Kurdan berde

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê, zext û serdegirtinên li ser gelek navendên Kurdan ên li Fransayê şermezar kir.

KCDK-E ya daxuyanî da got: “Em serdegirtina hikûmeta Fransa ya li Parîs û Marsîlyayê ya li ser malên Kurdan û destgîrkirinê şermezar dikin.”

Îro hikûmeta Fransa li Parîs û Marsîlyayê avêtin ser 6 malan û bi qasî 10 Kurd jî destgîr kir. Hikûmeta Fransa li şûna ku kujerên 3 şoreşgerên jin ên Kurd lêpirsîn bike, desgîrkirina Kurdan ên têkoşîna edalet û azadiyê dikin, tê wateya nixûmandina qetlîamê.

Xext û Serdegirtina saetên zû yên sibehê yên hatin kirin berî hevdîtina ku wê meha Adarê di navbera dîktaror Erdgoan û serokkomarê Fransa Macron de bê kiri, balkêş û mirov dide fikrandin.

Hikûmeta Fransa ya ku hê hesabê komkujiya Parîsê nedayî û berpirs eşkere nekirî, ev helwesta xwe divê ber çavan re biborîne.

Divê gelê Fransa û raya giştî ya Fransa baş bizane ku dîktator Erdogan hevkar û piştevanê DAÎŞ’ê ye. Hikûmeta Fransa bi van serdegirtinan destekê dide hişmendiya DAÎŞ’ê ya Erdogan. Zext li Kurdan kirin tê wateya qad ji Erdogan ê hişmendiya DAÎŞ’ê ye re vekirinê.

Piştî tarûmarbûna li Garê gotinên Serokê Daîreya Îstixbaratê ya Berê ya Serfermandariya Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn û şûnde her kes li bendê bû ku dadgeha Fransa ji bo Qetlîama Parîsê doz li rayedarên TC’ê veke, bêdengiya wan fikaran ava dike. Ev nêzîkatiya hikûmeta Fransa ya li ser Kurdan bi vekirî tê wateya tawîzdayîna dewleta Tirk e. Daxwaza me ew e ku tavilê dawî li destgîrkirinên ku ti aliyê wê yên hiqûqî nîne, bînin.

Em KCDK-E bang li hikûmeta Fransa dikin ku dev ji polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan berdin. Dîsa bang li Kurd û dostên wan ên li Fransayê dijîn dikin ku nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin, bang li hikûmeta Fransa bikin ku dev ji vê nêzîkatiya xwe ya derhiqûqî berdin.”