KCDK-E: Bila qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê girtin

KCDK-E’yê bang li hêzên navneteweyî kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwestê nîşan bidin û got: “Bila demildest qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji firînê re bê girtin.“

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCDK-E'yê da xuyakirin ku ew piştgiriyê didin daxuyaniya hevpar a 34 partî û saziyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bang li her kesî kir ku ji bo parastina Şoreşa Rojava seferber bibin.

Daxuyaniya KCDK-E’yê wiha ye:

“Em bang li her kesî dikin ku ji bo parastina Şoreşa Rojava ya ku sembola destkeftiyên me ye, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferber bibin.

Daxuyaniya hevpar a 34 partî û saziyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajaya gelek girîng û dîrokî de hate dayîn.

Dewleta Tirk bi rêya dîplomasiya gelek welatên Ewropayê, di serî de NATO ku beşeke wê ye, hewl dide zemîna êrîşa qirkirinê ya ku dixwaze pêk bîne, dike.

Dewleta Tirk a ku li van xakên ku bi sed hezaran sivîl di nava aramiyê de dijîn, dixwaze xwînê birijîne, belkî jî dixwaze di asteke ku ji hovîtiya çeteyên barbar DAIŞ’ê zêdetir komkujî û qirkirinê pêk bîne.

Beriya niha jî di salên dawî de li cihên ku sivîl lê dijîn gelek sûîqest û komkujî pêk anîn û ev yek her roj didome. Li ber çavên cîhanê gund, bajarok û bajar bi balafirên bê mirov tên bombekirin.

Mirovahî dizane ku jin û ciwanan li hemberî çeteyên hovane yên DAIŞ'ê yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujî pêk anî û gefan li cîhanê dixwe, bi têkoşîna lehengiyê şehîd bûne.

Komara Tirkiyeyê ya bi pêşengiya dîktator Erdogan ku van çeteyên barbar organîze û fînanse kir, sûcê şer dike û dosyaya wî ya sûc heye. Bi bicihkirina çeteyên barbar li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên ku dagir kiribûn, bi pêkanîna asîmîlasyonê, demografiya herêmê guhert.

Her wiha dixwaze Wargeha Mexmûrê ya di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, Şengal, ku Kurdên Êzidî yên ku baweriya herî kevnar a cîhanê lê dijîn, dagir bike. Artêşa Tirk a ku nikare xwe li berxwedana gerîla ya li Zapê bigire, bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer dike.

Dewleta Tirk a qirker ku li ser înkar û îmhaya gelan hatiye avakirin, dewleta çeteyan e.

Dewleta Tirkiyeyê û artêşa wê ya ku hemû peymanên navneteweyî û hiqûqa mirovahiyê binpê dike, sûcên li dijî sivîlên bêguneh dike û her cure çekên kîmyewî bikar tîne, dijminên mirovahiyê yên qetlîamker û jenosîd in. 

Em bang li mirovahiyê dikin ku li dijî êrîşên qirker ên artêşa Tirk a ku qirkirina qewmî, komkujî, tunekirin û pişaftinê dike, bertek nîşan bide.

Em bang li hêzên navneteweyî yên ku qanûnên xwe jî pêk nayînin, hiqûqa navneteweyî paşguh dikin, hevkarê sûcên dewleta Tirk in, dikin ku bibin xwedî helwest.

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê bêdeng mayîn wê bibe sedem ku barbarên terorîst ên wekî DAIŞ û El Nûsra careke din gefê li cîhanê bixwe.

Bi vê boneyê em bang li hêzên navneteweyî yên bi pêşengiya DYA, Îngilistan û Fransayê dikin ku nebin hevparê vê hovîtî, qirkirin û qetlîamê. Her wiha em daxwaz dikin ku dewleta Tirk a qirker bi taybetî dîktator Erdogan û artêşa Tirk a xwînmij ji ber sûcên xwe bên darizandin.

Em weke KCDK-E‘yê piştgiriyê didin daxuyaniya hevpar a 34 partî û saziyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bang li mirovahiyê û hêzên navneteweyî dikin ku bibin xwedî helwest. Di gava yekem de em daxwaz dikin ku demildest qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji firînê re bê girtin. Em ji kesên ku li dijî zilm û şerê li Ûkraynayê disekinin dixwazin dev ji standardiya dualî berdin û bersivê bidin bangawaziyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."