Komîteya Ekolojiyê ya Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî yên li Ewropayê (KCDK-E), diyar kir ku AKP-MHP’ê ku erdnîgariya Kurdistanê û ya Tirkiyeyê pêşkêşê şirketan dike, polîtîkayeke qirkirinê ya bi zanebûn a berpêyî gel e û got ku divê gel li ax, av û daristanên Kurdistanê bibe xwedî.
Daxuyaniya Komîteya Ekolojiyê ya KCDK-E’yê ya li ser mijarê wiha ye:
‘’Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku cihên jiyanê xwe yên xwezayî ji bo talanê vedike, li şewitandina xwezayê û birîna daran dewam dike. Erdnîgariya Kurdistanê û Tirkiyeyê pêşkêşê şirketên enerjî û çêkirina avahiyan dike û dike ku mirov nekare lê bijî.
Çalakiya ku ekolojîst û gundiyan li dijî qetila Daristana Akbelenê ya Mîlasa Mûglayê dest pê kiriye, berdewam e. Dewlet ketiye hewila parastina rantparêzan û bipaşvebirina berxwedanê lê berxwedan bi biryardarî berdewam e.
Dewlet ku di heman demê de daristanên li çiyayên Cûdî yên Kurdistanê dişewitîne, nahêle ku agir bê vemirandin. Leşkeran agir berdaye daristanên li herêma di navbeyna Şirnex û Silopiyayê de û rewş cidî ye. Wezareta Daristanan a Tirkiyeyê jî ji daxuyaniya xwe ya derewîn fedî nake ku dibêje tu agir bi Cûdiyê neketiye. Ne dest di êgir wer didin ne jî dihêlin xelk vemirîne.
Şewitandina daran, dewama polîtîkaya neyartiya li dijî Kurdan e; ger mirov li daristanan nebe xwedî, wê xweza pir qir bibe. Bi salan e dewletê ji xwe re kiriye armanc ku tu kes li Kurdistanê nemîne. Xweza, hewa, av û dîroka Kurdistanê jî ji xwe re kirine armanc.
Wek stratejiyeke leşkerî ji bo tepisandina têkoşîna gel bikaranîna qirkirina ekolojîk, li gor hiqûqa navxweyî sûcekê şer e û nabe ku mirov qebûl bike. Gelê me li dijî van sûcên ku tên kirin, divê di her warî de li ax, av û daristanên Kurdistanê bibe xwedî.
Feraseta daristanên Akbelenê ji bo rantê ji holê radike û ya daristanên Kurdistanê dişewitîne, heman desthilatdarî ye. Gelê me, divê bi rêgeza gerdûnîbûna xwezayê û tu qewmê xwezayê nîn e, bi feraseta civakeke ekolojîk lê bibe xwedî.