KCDK-E: Berpirsên qetlîamên Adarê Iraq, Sûriye û Tirkiye ne

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E ya ku yên di Qetlîama Gezî, Qamişlo û Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî, destnîşan kir ku berpirs dewletên Iraq, Sûriye û Tirkiye ye.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ya ku di salvegara Qetlîama Gezî, Qamişlo û Helebçeyê de daxuyaniyek da got: “Ji Qetlîama Helebçe ya li Iraq, bûyerên Gazî ya li Stenbol û komkujiya Qamişlo ya li Sûriyeyê û sedemê windayan dîktatorên Iraq, Sûriye û Tirkiye ye.

KCDK-E’yê bal kişand ser qetlîama sala 1988’an a li Helebce, bûyerên 12’ê Adara 1995’an a li Taxa Gazî û 12’ê Adara 2003’an a li bajarê Qamişlo yên ji aliyê rejîmên desthilata demê ve hatin kirin û got: “Bûyerên li Gazî, Qamişlo û Helebçeyê pêk hatin, diyar kir ku mirovahî nemaye, hiqûq li bin lingan hatiye dayîn, desthilata faşîst cîhana me xistiye çi rewşê.

Ev desthilata ku li Gazî, Qamişlo û Helebçeyê welatparêzê me qetilkirin, qetlîam û qirkirina wan di roja me ya îro de jî didomîni. Dîrok wê van qetlîamên der mirovî mehkûm bike.

Ji bo ji nû ve şermezarkirina vê qirkirin û zilma li Gazî, Qamişlo, Helebçe û Şengalê, bibîr xistina ji bo mirovahiyê erka me ya mirovî ye. Ji bo têkoşîna li dijî mêtingeriya dewleta Tirk a li herêmê bibîr mirovahiyê anîn, divê dubare dubare qetlîam bên şermezarkirin.

Em KCDK-E qetlîamên li Gazî, Qamişlo û Heleçe şermezar dikin, dîsa ji bo azadiya gelê me yên li dijî zilm û dagirkeriyê li ber xwe didin, banga bilindkirina berxwedanê dikin.