KCDK-E banga tevlîbûna çalakiyên protestoyî yên Şengalê kirin

Dîwana KCDK-E ji bo protestokirina Qetlîama Şengalê banga çalakiyên ku bê lidarxistin kir û got: “Em di salvegera 6’an a qirkirina çeteyên DAÎŞ’ê ya li Şengalê li ser Êzidiyan li qadan in.”

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E ya daxuyaniyek da ev got: “Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku dewleta Tirk ew destek kirin 3’yê Tebaxa 2014’ê êrîşên qirkirinê anî ser gelê me yê Êzidî û xwestin qir bikin. Niha jî dewleta Tirk a dagirker li pey heman tiştî ye.

Li ber çavê dinê civaka me ya Şengal ku êşên mezin kişandî û di qirkirina re hatî derbaskirin, bi sedan şehîd dayî ji bo siberojeke ronî xwe ji nû ve ava dike. Civaka Êzidî ji bo hesret û xeyalên azadiyê li Şengalê bînin cih,têkoşîn dike.

Civaka me ya Êzidî ku ji ber zilma DAÎŞ’ê koç kirin, jin, keç hatin revandin û kal û zarok hatin qirkirin, niha jî bi meclîs û xweseriyê re têkoşîna ji nû ve avakirina jiyanê didin.

Li ser axa xwe ji bo di nava aştiyê de bijîn, li dijî qirkirinê li ber xwe didin. Xweparastina bi YBŞ/YJŞ li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk bi biryardarî têkoşînê dikin.

Rêveberiya Herêmî ya Kurd, Hikûmeta Iraq û hêzên navneteweyî yên ku sala 2014’ê civaka Şengalê bi qirkirinê re rû bi rû hiştin, ji bo civaka Êzidî neyên qirkirin ti gav neavêtin.

Qirkirin sûcekî mirovahiyê ye, em vê dubare bibîr dixin. Di warê hiqûqa navneteweyî de jî sûc e. Di serî de hikûmeta Iraq, Neteweyên Yekbûyî, sazî û hêzên navneteweyî ji bo Êzidî bibin xwedî statûyek, tavilê divê gav bavêjin.

Êzidiyên ku her kêlî dibe bi xeteriya qetlîam û qirkirinê re rû bi rû bimîne, naskirina statûya wê û hiqûqa navneteweyî bikeve dewrê û bê parastin.

Di çalakiyên salvegera 3’yê Tebaxa 2014’ê de wê li gelek navendan çalakî bên kirin, li dijî tehdîdên qirkirin û qetlîamên ku li ser Êzidiyan didome, banga bi ruhê yekîtiya netewî bikevin tevgerê dikin.

Em KCDK-E ji bo protestokirina Qetlîama Şengalê wê bi pêşengtiya SMJÊ û TJK-E ji bo azadkirina Şengal û statûya wê, wê 3’yê Tebaxê di serî de li Kanad, Ewûtûralya û Ewropayê çalakî bên kirin; em bang li gelê xwe, her kesên demokrat, şoreşger, rewşenbîr û muxalîf dikin ku tevlî çalakiyên li welat û bajarê lê dijî bên lidarxistin bibin û xwedî lê derbikevin.”