KCDK-E: Li dijî komkujiya li Silêmaniyê em bikevin nava liv û tevgerê

KCDK-E'yê bertek nîşanî qetilkirina kedkarên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn da û got, "Em bang li her kesî dikin ku ji bo li hemû welatan çalakiyên şermezarkirinê bên lidarxistin bikevin nava liv û tevgerê.”

Hevserokatiya KCDK-E bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Kedkarên çapemeniyê yên ku tevî hemû zext û girtinan ji bo bibin dengê heqîqetê ti carî paşve gav navêjin, di şerê qirêj de hedef tên girtin. "

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin:

"Dewleta Tirk a qirker bi awayekî hovane komkujiyên xwe yên li Kurdistanê didomîne. Ji bo qirkirina gelê Kurd bi hemû rêbazên li dijî exlaqê mirovahiyê komkujiyên xwe didomîne. Dîktator Erdogan û artêşa Tirk a faşîst îro bi balafirên bêmirov 2 kedkarên çapemeniya azad li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê qetil kirin.

Artêşa Tirk a kujer bi bombekirina wesayîta kedkarên çapemeniya azad komkujî pêk anî. Di êrîşê de kedkarên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn. 

Du kedkarên çapemeniya azad ên li Kurdistanê xebatên xwe didomînin, ji bo êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û xayintiya PDK'ê bînin rojevê, têkoşiyan. Wan bi eşkerekirina gendeliya Barzaniyan, bi eşkerekirina gendeliya PDK’ê ya xayin a ku li Başûrê Kurdistanê pêk tînin, rojnamevaniyeke wêrek kirin. 

Em bang li gelê xwe yê li hemû qadên Ewropayê dikin ku xwedî li têkoşîna du kedkarên çapemeniya azad ên bi destê PDK’ê bûn hedefa dewleta Tirk, derkevin û komkujiyê şermezar bikin.

Dewleta Tirk a faşîst û AKP’ê bi hevkariya PDK’ê ya xayin komkujî û êrîşên xwe zêde kirine. Em bang li hemû welatan dikin ku ji bo şermezarkirina komkujiya ku îro pêk hatiye demildest çalakiyan organîze bikin û têkevin nava liv û tevgerê.”