Kasim Engîn û Zîn Avesta li Stockholmê hatin bibîranîn

Şehîd Kasim Engîn û Zîn Avesta li Stockholmê hatin bibîranîn.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn ê ku di 27’ê Gulanê de şehîd bûbû û Endama Fermandariya HPG û YJA Starê Zîn Avesta ya ku ji ber penceşerê şehîd bûbû li Stockholmê hatin bibîranîn.

BI QASÎ FERMANDARIYA XWE ENTELEKTUEL JÎ BÛ

Rêhevalên Engîn qala bîranînên xwe yên bi wî re kirin. Siyasetmedarê Kurd Hozan Botan ê ku yek ji hevalê nêz ê Engîn bû, diyar kir ku Kasim Engîn bi qasî ku fermandarekî gerîla bû, ew fîlozof, dîroknas, civaknas û entelektuel jî bû.  Hozan Botan diyar kir ku Kasim Engîn dev ji Zanîngeha Frankfûrtê berdaye û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Botan got ku “Engîn bi kesayetiya xwe ya xurt û helwesta xwe ya xwedî regez ji rêhevalên xwe re dibû mînak.”

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûş jî diyar kir ku gelê Kurd bi saya têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdan a 40 salan rûmeta xwe bi dest xistiye. Karamûş diyar kir ku li ber Kurdan xetere hene û bi saya şehîdan wê gelê Kurd bigihêje armancên xwe.

Çalakiya bibîranînê piştî nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîna Engîn û Avesta bi dawî bû.