Kasim Engîn li Swîsreyê hate bibîranîn

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn ê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû li Swîsreyê hate bibîranîn.

Bibîranîn li navçeya Grellîngenê ya kantona Baselê hate lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî bibîranînê bûn.

Li eywana bibîranînê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yê Kasim Engîn hate daliqandin.

Di bibîranînê de nûnerên Komîsyona Malbatên Şehîdan a Swîsreyê, KCDK-E, MLKP û FEDA’yê axivîn. Axaftina Endamê Desteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ya derbarê şehadeta Kasim Engîn jî bi rêya sînevîzyonê hate nîşandan.

Nameya malbata Engîn jî di bibîranînê de hate xwendin. Piştî sînevîzyona li ser jiyana Engîn bibîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.