Kasim Engîn li Parîs, Mannheîm û Kîelê hate bibîranîn

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye û li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn hate bibîranîn. Engîn di 27’ê Gulanê de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû.

PARÎS

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye Kasim Engîn hate bibîranîn. Çalakiya bibîranînê li Komeleya Ahmet Kaya hate lidarxistin.

Di bibîranînê de qala jiyana şoreşgeriyê ya Engîn hate kirin. Pismamên wî Zeynel Abîdîn û Kazim Nazlikûl jî tevlî bibîranînê bûn.

Pismanên wî qala zaroktî, ciwantî û nêrîna wî ya jiyanê kirin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê jî ji bo Engîn çalakiya bibîranînê hate lidarxistin. Çalakiya bîranînê li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk hate lidarxistin.

Di bibîranînê de qala Engîn hate kirin û helbest hate xwendin.

MLKP’ê jî peyamek şand ji bîranînê re û çalakî bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

KÎEL

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê jî Têkoşîn Şoreş (Narîn Akçay) a ku di 9’ê Mijdara 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû û Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn hatin bibîranîn.

Wêneyên şehîdan û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li eywana bîranînê hate daliqandin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku şehîd nirxên herî hêja yên gelê Kurd in.

Piştî axaftinê sînevîzyon hate nîşandan û bîranîn bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.