Kartal: Divê xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê were derketin

Hevserokê KONGRA-Gel Remzî Kartl di civîna gel a li bajarê Belçîka Lîegê de axivî û got; “Divê xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê were derketin.”

Li Ewropayê civînên gel ên têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, didomin.

Di civîna gel a li bajarê Belçîka Lîegê Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal axivî û tecrîda giran a li ser Ocalan, rewşa tenduristî, ewlehî û azadiya Ocalan, grevên birçîbûnê yên li Tirkiye û Ewropayê nirxand.

Kartal wiha got; “Divê îtifaqa dostaniyê ya bingehîn a gel xwe bispêre hêza xweser a gel. Divê tenê li pêvajoyê neyê temaşekirin û li dijî vê têkoşîn were kirin. Divê serî de xwedî li Hevseroka KCD Leyla Guven, girtiyên PKK û PJAK’ê û çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Ewropa were derketin.”