Karasûngûr Kanîreş li Londonê hate bîranîn

Ji bo gerîlayê HPG'ê Karasûngûr Kanîreş ê li Metînayê şehîd bû, li paytexta Îngilistan Londonê merasîmeke girseyî ya bîranînê hate lidarxistin.

Gerîlayê HPG'ê Karasûngûr Kanîreş (Zubeyîr Teymûroglû) di 2'ê Sibatê de li herêma Metînayê tevî 7 hevrêyên xwe di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Ji bo Karasûngûr Kanîreş li Londonê li avahiya KCC'ê civîneke bîranînê hate lidarxistin.

Malbata Teymûroglû, endamên Koordînasyona Malbatên Şehîdan a Brîtanyayê, Tevgera Ciwanan a Şoreşger, Meclîsa Jinê ya Jiyan û gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Ji bo Karasûngûr Kanîreş û hevrêyên wî yên pê re şehîd bûn maseyeke bîranînê hate danîn û bi find û kulîlkan hate xemilandin.

Her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Fermandarê Sûrê Çiyager Hêvî (Cîhat Turkan) hate danîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, sînevîzyonek ji nirxandinên Karasûngûr Kanîreş hate nîşandan. Piştre ji Meclîsa Gelê Kurd Yalçin Tetwan, bi navê TCŞ'ê Agît Riha û ji Komîsyona Malbatên Şehîdan Alî Poyraz axivîn.

Bîranîn bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.