Kampanyaya 'Milyonek Pirtûk, Milyonek Zarok' li Ewropayê ye
Kampanyaya “Milyonek Pirtûk, Milyonek Zarok” a ku ji aliyê Ma Muzîkê ve hatiye destpêkirin, li Ewropayê jî destpê kir.
Kampanyaya “Milyonek Pirtûk, Milyonek Zarok” a ku ji aliyê Ma Muzîkê ve hatiye destpêkirin, li Ewropayê jî destpê kir.
Ma Muzîkê di Mijdara 2024’an de pirtûka "Repertuara Stranbêjiyê" weşand.
Bi dirûşma “Milyonek Pirtûk, Milyonek Zarok” dest bi kampanyayekê kirin û çapa yekem a pirtûkê di demeke kin de li Kurdistanê qediya. Çapa duyemîn a pirtûkê gihîşt Ewropayê.
Ma Muzîkê 20 hezar pirtûk li TIR’ekê bar kir û anî Ewropayê. Ji amadekarên pirtûkê Şêrko Kanîwar ji ANF'ê re axivî û ev tiş anî ziman: “Weke Ma Music bi komeke xurt a ji 10 kesan pêk tê em hatin vir. Em ê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin. Em duh (20'ê Adarê) li Amsterdamê bûn. Eleqeyek mezin ji bo pirtûkan hebû. Em spasiya her kesî dikin. Bila zarokên me bê nota û muzîkê nemînin."
Kanîwar û hevalên wî wê beşdarî 4 pîrozbahiyên Newrozê din bibin û ji bo zarokan pirtûkan îmze bikin.
Pîrozbahiya Newrozê ya ku ew ê tevlî bibin wiha ne:
22’yê Adarê: Zurîh
23’yê Adarê: Marsîlya
29’ê Adarê: Frankfurtê
30’ê Adarê: Viyana
Pirtûka ku 233 rûpel in bi formata A4 hatiye çapkirin û ji du beş bi navê “Stranên Zarokan” û “Stranên Gelerî” pêk tê. Di beşa Stranên Zarokan de 50 û di beşa Stranên Gelerî de jî 60 berhem hene.
Di pirtûkê de gotin û notên stranan hene. Ji bo guhdarkirina stranan jî kodek QR heye. Berhemên di pirtûkê de bi zaravayên Kurmancî, Dimilî û Soranî yên Kurdî ne û bi alfabeya Latînî hatine nivîsandin.