Kampa El Holê li Skandînavyayê rê li ber krîzan vedike

Kesên ku ji welatên Skandînavyayê çûbûn Sûriyeyê û tevlî nav refên DAÎŞ’ê bûbûn, zarokên wan li kampa El Holê tên ragirtin. Ragirtina van zarokan di li Swêd, Norweç, Danîmarka û Fînlandîyayê rê li ber krîzan vedike.

Partiyên siyasî û raya giştî derbarê dahatûya zarokan li dijî hev in. Rêxistinên mafên mirovan û partiyên çepgir dixwazin zarok werin anîn lê partiyên rastgir ên nîjadperest jî li dijî vî tiştî derdikevin.

Norweçê biryar da ku 35 zarokên li Kampa El Holê bîne welat. Lê anîna jineke DAÎŞ’ê û 2 zarokên nexweş rê li ber krîzê vekir. Endamê Partiya Pêşverû û Wezîrê Maliyeyê Sîv Jensen xwe ji hikumetê vekişand.

Li Fînlandîyayê jî Wezareta Karê Derve planeke nepen a bi navê ‘Oparatîon Corpî’ ava kiribû û ev plan di medyayê de derketibû holê. Ji ber vê jî krîzek çêbûbû. Partiyên mûxalefetê dixwazin Wezîrê Karê Derve Pekka Haavîsto li Dîwana Bilind were darizandin. Pişştî van nîqaşan çar partiyên ku hikumeta koalîsyonê ava dikin biryar dan ku zûzûka 30 zarokên li Kampa El Holê bînin Fînlandiyayê.

Danîmarkayê jî ji nav 40 zarokan du zarokên 11 salî anîbû û piştre anîna zarokan da sekinandin. Ligel ku rêxistinên saziyên sivîl û partiyên pêşverû ên sosyalîst rexneyan li wan dikin jî Danîmarka naxwaze van zarok û jinên li Kampa El Holê bîne welat.

Swêdê jî heta niha anîna jin û zarokên DAÎŞ’ê yên li Kampa El Holê hê tu biryareke fermî nedaye. Wezîrê Karê Derve Ann Lînde gotibû “Heke şert guncav bibe, em ê 50 zarokan bînin”. Vê daxuyaniyê nerazîbûn zêdetir kir. 17 sazî û kesên navdar daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku divê van zarokan bînin welat.

Jin û zarokên li Kamp El Holê ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî problemeke mezin e. Rêveberiya Xweser diyar dike ku jin van zarokan radîkal dike. Rêveberiya Xweser ji welatan dixwaze ku hemwelatiyên xwe yên li kampan bibin welatê xwe.

Hevserokê Buroya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omar hefteya borî çûbû serdana Wezîrê Karê Derve yê Fînlandiyayê. Omar diyar kiribû ku derfetên wan ên maddî tuneye ku ew li van zarok û çeteyan binihêrin û gotibû “Rewşa Kampa El Holê gelekî xerab e. Em dikarin bibêjin ku DAÎŞ’ê ew der kiriye paytexta xwe. Heke zarok li Kampa El Holê mezin bibin, dibe ku ji bavê xwe zêdetir bibin terorîst.”

Nûnerê PYD’ê yê Swêdê Şiyar Alî ji rojnameya Goteborg Posten a roja Înê de axivîbû. Alî gotibû ku ew nikarin hejmareke teqez bidin lê bi texmînî 50 zarokên ji Swêdê li wir hene. Alî got ku “Em nikarin demeke dirêj wan li wir werbigirin. Hin welat zarokên xwe dibin lê hinek welat jî zarokên xwe nabin. Qanûn û prensîbên me yê humanîter hene, nabe ku em dayik û zarokan ji hev veqetînin. Em li zarokên li kampan difkirin. Lê divê em li mirovên xwe yên ji ber êrîşên DAÎŞ’ê mirine jî bifikirin. 27 hezar birîndarên me hene. Divê em li wan jî bifikirin.”

Alî diyar kir ku hikumeta Swêdê naxwaza hemwelatiyên xwe yên endamên DAÎŞ’ê bînin û bal kişand ser vî tiştî ku hikumeta Swêdê dixwaze ev endamên DAÎŞ’ê li dadgehên Bakurê Sûriyeyê werin darizandin.