Kadrî Saka ji bo protestokirina daraza Elmanyayê di greva birçîbûnê de ye

Siyasetmedarê Kurd Kadrî Saka ku li Hambûrgê girtî ye, ji ber nêzîkatiya siyasî ya daraza Elmanyayê ev hefteyeke di greva birçîbûnê de ye.

Siyasetmedarê Kurd Kadrî Saka yê ku di 16'ê Çileyê de li Bremenê li mala xwe hat binçavkirin û bêyî ku bê darizandin hat girtin, di greva birçîbûnê de ye.

Li gorî parêzerê wî Îsmaîl Cengîz; Kadrî Saka, gotiye ku binçavkirina wî ne li gorî delîlên madî ye, ev 10 sal in li Bremenê li heman navnîşanê rûdinê, lê belê Dozgeriya Elman bi hinceta "gumana revê heye" wî girtiye û got ku ji ber ku pêşdarazî nêzî Kurdan dibin wî dest bi greva birçîbûnê kiriye. Cengîz da zanîn ku Kadrî Saka yê di 1'ê Adara 1966'an de ji dayik bûye, ji bilî ava kaniyê tiştekî din naxwe.

Polîsên Elman di 16’ê Çileya 2024’an de bi ser Navenda Civaka Kurd a Bremenê ya Bratî de girtin. Bi ser mala V û siyasetmedarê Kurd Kadrî Saka de jî girtin. Polîsan mala V û Kadrî Saka wêran kirin û piştre Saka ji bo girtinê birin Girtîgeha Hambûrgê.

Kadrî Saka yê ji gundê Hespist ê navçeya Hezex a Şirnexê ye, di sala 1991'an de ji ber zextên dewleta Tirk hat Elmanyayê û mafê penaberiyê xwest. Siyasetmedarê Kurd Kadrî Saka ku di nava civaka Kurd a Bremenê de tê naskirin, beriya niha ji aliyê polîs û daraza Elman ve rastî tacîzê hatibû û herî dawî di sala 2022’yan de hatibû binçavkirin.