Jiyana Leyla Guven li ber xeteriyê ye, her kes dakevin qadan!

Hevserokatiya KCDK-E, diyar kir ku jiyana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li ber xeteriyê ye û got: “Ji bo em bibin dengê qêrîna Leyla Guven raya giştî bixin tevgerê, gang dikin ku bi ruhê berxwedana Kobanê daketin qadan.

Li ser navê Hevserokatiya KCDK-E’yê Yuksel Koç têkildarî tenduristiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand ku rewşa Leyla Guven di xeteriyê de ye.

Li ser navê Hevserokatiya KCDK-E’yê Yuksel Koç têkildarî tenduristiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand ku rewşa Leyla Guven di xeteriyê de ye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Polîtîkayên êrîşên qirker ên hevkariya faşîzan a AKP-MHP’ê ya ji bo topyekûn qirkirina Kurda bi hemû leza xwe dewam dike. Di serî de li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û li Bakurê Kurdistanê qetlîam pêk anî. Rejîma AKP’ê bi nêzîkbûna hilbijartinên xwe cihî re asta zext û çewisandina gihande astekî din û didomîne.

Yek ji lingê vê yê polîtîkayê ya herî girîng şidandina tecrîda giran a li ser Rêber Apo û zextgên li ser bi hezaran girtiyên azadiyê ye. Ji bo wê divê em tecrîdê bişkînin, polîtîkayên qetlîam, îmha û faşîzan rawestînin û pêşiya vê bigirin.

EM Ê VÊ BÊDENGIYÊ BI BERXWENDANÊ BIŞKÎNIN

Ji bo pêşîgirtina van polîtîkayan Leyla Guvan li gorî ruhê demê rabûye ser lingan û dest bi çalakiyeke dîrokî kiriye. Ev çalakî bi Leyla Guven destpê kir, bi girtîgehan mezin bû, li Hewlêr, Strasborûg, Geller û belav bû. Ev çalakiya pêl bi pêl belavî cîhanê dibe, xîtabî wijdana mirovan dike, hişyarbûnek bi xwe re anî. Bi desteka ragay giştî ya Kurdistan, Tirkiey û cîhanê ev berxwedan derketiye pêş, lê li aliyê din bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê jî didome. Em dizanin ev bêdengî hevkariya berjewendiyên navdewletî ne. Em ê vê bêdengiyê bi berxwedanê bişkînin.

ÇI PÊWÎSTE TAVILÊ NIHA DIVÊ BÊ KIRIN

Çalakiya Leyla Guven a îro di roja 72’an de ye em bikin ku saziyên navneteweyî û gel bi erka xwe rabin, ji bo pêşîgirtina bûyereke ku neyê xwestin. Ji bo dengdayîna qêrîna Leyla Guvne û ji bo daxwazên hemû girtiyên ketine grevê bên bicih anîn, çi ji destê me bê divê tavilê bê kirin.

DAKEVIN KOLANAN

Li gorî agahiyên me dawî girtî, rewşa tenduristiya Guven li ber xeteriyê ye. Rewşa tenduristî û jiyanê li ber xeterî û krîtîkê ye. Ji bo vê divê tu kes li mala xwe nerûne û dakeve qadan û nerazîbûnên xwe diyar bikin.

Em KCDK-E, di serî de bang li gel û dostên xwe yên Ewropa, Jeponya, Kanada, Evûstûralya, Rûsya û hemû herêmên cîhanê dikin, ji bo xistina tevgerê ya raya giştî ya cîhanê deng bidin qêrîna Leyla Guven, bi ruhê kobanê dabikeivn kolana.”