Jinên Kurd ên li Stockholmê li dijî tecrîdê çalakî kirin
Di Roja Santa Lûcîa de ku her sal bi kevneşopî li Swêdê tê pîrozkirin, jinên Kurd çalakiyek pêk anîn û xwestin tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
Di Roja Santa Lûcîa de ku her sal bi kevneşopî li Swêdê tê pîrozkirin, jinên Kurd çalakiyek pêk anîn û xwestin tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
Yek ji jinên Kurd kincekî spî li xwe kir, lampeyên biçûk bi serê xwe ve kir û bi vî rengî Santa Lûcîa temsîl kir.
Jinên Kurd li ber firoşgeha H&M li hev civiyan û pankarta bi wêneyê Leyla Guven hildan. Jinan di dema çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê ya li ser grevên birçîbûnê xwendin. Piştre li ser armanca çalakiyên greva birçîbûnê axivîn.
Wekî din, greva birçîbûnê ya Kurdistaniyan a li Stockholmê ya li dijî tecrîdkirina Ocalna, kete roja 9'an.
Berdevkê Polîtîkaya Derve û Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Hokan Svennelîng serdana konê çalakgeran kir û diyar kir, ji bo navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin, wê hewldanên xwe bidomînin. Svennelîng got, Partiya Çep piştgiriyê dide daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê.
Rêveberên Komeleya Piştevaniyê û Federasyona Elewiyan a Swêdê jî serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin û gotin, piştgiriya wan a ji bo gelê Kurd wê bidome.