Ji Swêdê hatin serdana berxwedêrên li Strasboûrgê

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê di roja 35'an de ye. Kurdistanî ji deverên bi hezaran kîlometreyî dûr tên serdana berxwedêran.

Li gel Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û berxwedêrên li Başûrê Kurdistanê û Gallerê, komek ji 14 kesan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Çalakiya li Stasboûrgê 17'ê Kanûna 2018'an dest pê kir û 35 roj in li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi rengekî bêdawî û bêdorveger didome. Ji gelek welatan Kurdistanî û dostên wan serdana çalakgeran dikin.

Kurdistaniyên bi navê Ozlem û Canan Cengîz dawiya hefteyê ji bajarê Ûppsala yê Swêdê hatin serdana çalakgeran.

Ozlem Cengîz diyar kir ku ew li Ûppsalayê karê dîplomasiyê dikin û hewl didin tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê tên lidarxistin, ji raya giştî re ragihînin.

Ozlem Cengîz anî ziman, ew cihê xwe di nava Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de digire û li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê li Parlamenta Swêdê û bi gelek saziyên civakî yên sivîl re hevdîtin kiriye.

Ozlem Cengîz işaret bi rewşa krîtîk a Leyla Guven kir û anî ziman, wê zextê bikin ji bo Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) bi lezgînî bikeve nava liv û tevgerê.

Canan Cengîz jî anî ziman, wan îlan dane gelek saziyên çapemeniyê û bi vî rengî li ser daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê agahî dane.

Canan Cengîz diyar kir, daxwazên çalakgeran daxwazên gelê Kurd û alîgirên demokrasiyê ne û got, divê Ewropa zextê li dewleta Tirk bike.