Ji serokên berê yê Heyva Sor a Kurdistanê Îpek Demîrkaya koça dawî kir

Ji serokên berê yê Heyva Sor a Kurdistanê Îpek Demîrkaya koça dawî kir. Heyva Sor a Kurdistanê sersaxî ji malbata Îpek Demîrkaya û gelê Kurd re xwest.

Yek ji serokên berê yê Heyva Sor a Kurdistanê Îpek Demîrkaya di 9'ê Çileya 2021'ê de li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê koça dawî kir.

Îpek Demîrkaya di sala 1937’an de li navçeya Kurecîk a Meletiyê ji dayik bûbû û di sala 1964'an de wek karker koçî Elmanyayê kiribû.

Îpek Demîrkaya ku kesayetekî welatparêz dihate naskirin, bi armanca xwedîderketina li kesên mexdûr û hewcedar bi ruhekî fedakar tevlî xebatên Heyva Sor a Kurdistanê bû û di salên 1997-98'an de rêveberiya saziyê kir.

Heyva Sor a Kurdistanê, li ber koça dawî ya Îpek Demîrkaya daxuyanîyek weşand.

Di daxuyaniyê de tê gotin;  "Îpek Demîrkaya di demên avakirina saziya me de, hem  ji bo sazîbûnê û hem jî ji bo xwedîderketina li mexdûrên şer ên li Kurdistanê gelek ked da."

Heyva Sor a Kurdistanê ji malbata Îpek Demîrkaya û ji gelê Kurd re sersaxî xwest.