Ji Lozanê heta Cenevreyê meşa Yekîtiya Neteweyî

Nûnerên partî û saziyên cuda yên ji çar parçeyên Kurdistanê, di navbeyna 5-6'ê Kanûnê de ji Lozanê heta bi Cenevreyê ve wê meşa yekîtiya neteweyî bikin.

Nûnerên partiyên siyasî û sazî û dezgehên Kurd ku li bajarê Lozanê yê Swîsreyê li hev kom bûn ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî gotebêjî kirin. Civîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê çêbû. Di civînê de nûnerên KNK, KCDK-E, YNK, PYD, Goran û PJAK'ê û gelek partî û saziyan hazir bûn. Di civînê de, di serî de Rojava, geşedanên li çar parçeyên Kurdistanê hatin nirxandin, li ser giringiya pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd hate sekinandin.

Di civînê de her wiha hate gotin ji bo ku balê bikişînin ser rûdanên li 4 parçeyên Kurdistanê di navbeyna 5-6'ê Kanûnê de ji Lozanê heta bi Cenevreyê wê meşek were kirin.

KOÇ: JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ EM Ê LI LOZANÊ BIN

Di civînê de Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç axivî. Koç got, talokeya qirkirinê li ser Kurdan heye. Koç wiha axivî: ''Ji her demê zêdetir taloke li ser hebûna me heye. Îro êrîş hem li ser Rojava û hem li ser Başûr hene. Li ser gelê me yê Bakur zexteke giran heye, li Rojhilat rejîm Kurdan dikuje. Ji ber ku Kurd ne yek in ev hêz ji vê sûd werdigirin. Ji ber vê, divê em hemû dubendiyên xwe çareser bikin û Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ava bikin.''

Koç bi berdewamî got, heke Kurd yekîtiya xwe ava bikin sedsala 21'an wê bibe sedsala Kurdistanê û banga tevlêbûna li meşê ya 5-6'ê Kanûnê ya ji  Lozanê ber bi Cenevreyê kir.

ŞÊXANÎ YÊ YNK'YÎ: JI BO YEKÎTIYÊ EM LI LOZANÊ NE

Di civînê de li ser navê YNK'ê Bextiyar Şêxanî jî axivî û got, ew ji bo yekîtiya Kurd hatine cem hev û bang li rewşenbîran kirine ku tevlî meşa 5-6'ê Kanûnê bibin. Şêxanî diyar kir, meşa ku wê were kirin ji bo Kurdan girîng e û domand, ''Em YNK, em ê di vê meşê de hazir bin. Em bang li rewşenbîran dikin ku di vê meşê de hazir bin. Roj ew e roj e ku li dijî êrîşan em yek bin.''

GORAN: EV MEŞ XIZMETÊ JI YEKÎTIYA KURDAN RE DIKE

Li ser navê Goran Hesen Mihemed Riza jî got, civîna ku kirine girîng e, ew ê tevlî meşa li Lozanê bibin. Riza got, ji bo yekîtiya Kurdan ev meş girîng e û diyar kir, divê derdorên Kurdistanî di vê meşê de hazir bin.

Di civînê de nûnerên PYD, PJAK û KNK'ê jî axivîn, giringiya yekîtiya neteweyî destnîşan kirin û banga tevlêbûna li meşê kirin.

MEŞA LOZAN-CENEVREYÊ

Meşa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd 5'ê Kanûnê wê li ber wê avahiya Palaîs de Rumîne dest pê kirî ku peymana Lozanê lê hatibû îmzekirin û bûbû sedem ku Kurdistan bibe 4 parçe. Li gel nûnerên ji sedî zêdetir partiyên siyasî yên Kurd û sazî û dezgehan wê bi dehan hunermendên Kurd jî hazir bin.

LI LOZANÊ KONSERA YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Roja pêşî ya meşê çalakger wê bigihin bajarê Renensê, li Place de Marche wê daxuyaniyeke çapemeniyê bikin. Piştre jî bi mijara yekîtiya neteweyî wê semînerek pêk were û konsera neteweyî ya Kurd were kirin. Tê payin gelek stranbêjên Kurd li konserê hazir bin.

WÊ BI NÛNERÊN NY'YÊ RE HEV BIBÎNIN

Meşa du rojan 6'ê Kanûnê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê biqede. Plansaziya wê tê kirin ku dema meşê li ser geşedanên Kurdistnê li gel siyasetmedarên Swîsreyê û NY'yê hin danûstandin çêbibin.