Ji KNK'ê resepsiyona Newrozê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li paytexta Belçîka Brukselê bi beşdariya dostên Kurdan resepsiyona Newrozê organîze kir.

Resepsiyon êvara Sêşemê li navendeke çandê ya li paytext Brukselê bi beşdariya gelek kesî pêk hat.

Gelek hilbijartî, parêzer, nûnerên partiyan, rojnamevan û nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî resepsiyonê bûn.

Di resepsiyonê de ku li muzîka Kurdî hate guhdarîkirin û xwarin ji mutbexa Kurdî hate pêşkêşkirin, ji partiya Sinn Fein a Îrlandayê parlamenterê Ewropayê Chrîs Macmanûs û senatorê Belçîkî Mark Demesmaeker jî beşdar bûn.

Endama Konseya Rêveber a KNK'ê Nîlufer Koç li ser wateya Newrozê axivî. Koç got, "Newroz berxwedana li dijî mêtingeriyê ye."

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd jî li resepsiyonê bi kurtasî qala modela rêveberiya xweser kir û anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin.

Çiya Kurd got, "Dixwazin Lozaneke din bînin serê Kurdan (...) Lê belê vê carê wê ev firsend ji dewleta Tirk re neyê dayin."

Aktîvîstê ekkolojîst ê Belçîkî Stîjn Venhofstadt li resepsiyonê axivî û diyar kir ku beriya niha bi demekê ew li gel heyetekê çû serdana Rojava.

Resepsiyonê li ber muzîka Kurdî heta saet 22:00 dewam kir.