BI DÎMEN

Ji jinên Kurd û enternasyonal çalakiyên 4'ê Nîsanê

Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

LI BERLÎNÊ ÇALAKIYÊN 4'Ê NÎSANÊ

Gemînsam Kampfen, Ciwanên Enternasyonal, KJAR, Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê, Meclîsa Jinê ya DestDan li hev kom bûn û hin beşên ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin û nîqaş kirin.

Piştre jî li nava bajarê Berlînê li xeta metroyê bi stranan beşên ji fikrê Modernîteya Demokratîk ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zimanên Elmanî, Spanî, Farsî, Kurdî û Tirkî xwendin.

Çalakî wê saet di 12:00 de li Navenda Civaka DemokratÎk a Kurd a li Berlînê bi çandina daran, çalakiyên zarokan û stranan dewam bikin.

Galaya rêzeromana 'Azadî wê bi ser bikeve' wê saet di 19:00 de pêk were.