Ji bo windayan çalakî hate kirin

Ji bo 17-31’ê Gulanê Hefteya Windayan û hefteya 739’an a çalakiyên Dayikên Şemiyê li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiyek hate kirin.

Ji bo 17-31’ê Gulanê Hefteya Destgîrkiriyên hatin Windakirin a Navneteweyî û desekdayîna çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 739’an a çalakiya herî dirêj û bê navbera a cîhanê li bajarê Basel ê bi pêşengtiya Komîteya Navneteweyî ya li Dijî Destgîrkiriyên hatin Windakirin (ICAD) li Claraplatezê çalakiyek hate kirin.

Çalakiya dayikên Şemiyê ya ji 27’ê Gulana 1995’an û vir ve li pêşiya Lîseya Galatasaray a Stenbolê her hefte roja Şemiyê aqûbeta windayan dipirsin kete hefteya xwe ya 739’an.

Çalakiya bi dirûşma ‘Hêrsa dayikan wê kujeran bifetisîne’ hate kirin, dayikên aştiyê bi xavikên spî tevlî çalakiyê bûn. Dayikan xwedî li Dayikên Şemiyê derketin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin.

Di çalakiyê de pankarta ‘Dawî li windayan bînin’ hate hildan.

Di axaftinên li ser navê ICAD’ê hate kirin ev hate gotin: “Tecrîd sûceke yê dij mirovahiyê ye, divê tavilê rabe.”

Çalakî piştî xwendina belavoka bi zimanê Elmanî û şûnde bi dirûşma ‘Bijî Yekîtiya Şoreşgerî’ bi dawî bû.